KESK'î ji bo serbestberdana hevalên xwe meşiyan

KESK'î ji bo serbestberdana hevalên xwe meşiyan

Li Edenê, rûniştina darizandina 5 jê girtî 17 endamên KESK'ê li 10. Dadgeha Ceza ya Giran estpê kir. Beriya rûniştina dozê bi sedan endamên KESK'ê meşiyan û xwestin hevalên wan serbest bên berdan. 

Endamên Platforma Şaxên Edenê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyên (KESK), ji bo balê bikşînin ser rûniştina darizandina 5 jê girtî 17 endamên KESK'ê ya li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Edenê, li Parqa Ataturkê hatin cem hev û ber bi Edliya Edenê ve meşiyan.

Li ber Edliya Edenê Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen daxuyaniyek da û diyar kir ku hemû hêzên mûxalîf ên li Tirkiyê, bi pêkanînên otorîter û yekparêz ên hukûmeta AKP'ê re rû bi rû mane û di nava 3 salên dawî de hukûmeta AKP'ê bi ser KESK'iyan ve çûye. 

Ozgen got, " Hewl tê dayîn hemû çalakî û xwepêşandanên me yên ji bo azadî û mafên sendîkayî, krîmînalîze bikin. Ew çiqasî dixwazin bila têkoşîna me krîmînalîze bikin. Ev 23 sal in em rewabûna têkoşîna xwe bi çalakiyên xwe nîşan didin û emê têkoşîna xwe ji niha û pê ve jî dewam bikin. Ez dixwazim bêjim ku hevalên me yên KESK'î yên bi rêbazên antî demokratîk û bê huqûqî hatine girtin rûmeta me ne."

Piştî axaftina Ozgen, rêveberên KESK'ê, parlamenterên CHP'ê û malbatên KESK'iyên hatine girtin, ketin salona rûniştina 10. Dadgeha Cezayê Giran a Edenê, ku lê doz tê dîtin.