KESK: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Kedkarên KESK’ê gotin ku heta venegerin karê xwe yê bê heq û hiqûq jê hatibûn derxistin, wê têkoşîna xwe bidomînin. 

Kedkarên Cemaweriyê yên endamên KESK’ê, bi KHK’yan ji karê xwe hatibûn derxistin. Kedkaran li hemberî vê derxistina kar, çalakiya protestokirinê li dar xistibûn. Lê belê di pêvajoya hilbijartinê de bi awayekî keyfî ev çalakiya wan hatibû qedexekirin û li pey hev kedkar hatibûn destgîrkirin. Kedkaran ev pêkûtî bi daxuyaniyan şermezar kirin. 

Kedkarên cemaweriyê di roja 69’emîn a berxwedanê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê û Altiyola Kadikoyê bi hevdem daxuyanî dan. 

Li Kadikoyê kedkarên KESK’ê di bin dorpêça polêsan de meşiyan Altiyolê û tev bi hev re dirûşmeyên, “KHK wê biçin, em ê bimînin!”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin!”, “Em ê dîsa karê şûnve bigirin!”, “Serkeftin wê bibe ya kedkarên berxwedêr!” pêkutiyên li hemberî xwe şermezar kirin. Li ser navê Kedkarên Cemaweriyê berdevkê Şaxên Platforma KESK’ê Ata Esen axivî. Esen anî ziman ku çalakiya wan a hatî qedexekirin çalakiyeke rewa ye û got, “Kedkarên cemaweriyê, têkoşîna heq û kedê didin.” Esen got ku heta karê xwe şûnde negirin wê çalakiya xwe bidomînin û ji bo kedkarên ku li qada Kartalê hatî destgîrkirin, banga piştgiriyê kir.