KESK’ê ji bo mîtîngên ‘jiyana mirovî” banga beşdarbûnê kir

KESK’ê wiha got; “Bihayê asgarî bi tevahî li derveyî bacê bê hiştin, ji asta hejariye derkeve asta jiyana mirovî." û banga beşdarbûna mîtîngên herêmî kir.

Lîjneya Rêvebirina Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), beriya 3'emîn civîna Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî daxuyaniyeke nivîskî da. Lîjneyê, diyar kir ku diyarkirina bihayê asgarî de malbata karker tê paşguhkirin û xwest ku bihayê asgarî li derveyî bacê bê hiştin. Di daxuyaniyê de çend daxwaz ji aliyê KESK'ê ve hatin rêzkirin.

Daxwazên ku KESK'ê xêzkirin, wiha ne:

"* Bihayê asgarî li şûna Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî ku qada hevkariya desthilata siyasî û karsaz, divê bi bazariyeke neteweyî bê diyarkirin û di rewşe nelihevkirinê de mafê grevê jî bihewîne.

* Pêwîstiyên peymanên navneteweyî yên ku mohra welatê me li bine bên bicihanîn, di hesabkirina bihayê asgarî de malbata karker neyê paşguhkirin.

* Têkildarî diyarkirina bihayê asgarî divê Peymana ÎLO ya bi hjemara 131 be erêkirin û gumana li ser Şertê Civakê yê Ewropayê yê têkildarî bihayê asgarî bê rakirin.

* Para ku bi salan ji Dahatuya Neteweyî ji karker re nayê veqetandin, windabûna karkerên ku bi bihayên asgarî dixebitin, bê bersivandin.

* Bihayê asgarî bi tevahî li derveyî bacê bê hiştin, ji asta hejariye derkeve asta jiyana mirovî."