KESK'ê AKP û medya wê şermezar kir

Platforma Şaxên KESK'ê yên Enqereyê, zextên li rojnamevanan tê kirin protesto kir û ji bo medya AKP'ê jî got, "Em medyaya ku lînc û nefretê li nava civakê belav dike, naxwazin."

Platforma Şaxên Enqereyê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), li avahiya Şaxê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) civîneke çapemeniyê li dar xist.

Berdevkê Demê Îsmet Meydan daxuyanî da û bi bîr xist, 142 rojnamevan li girtîgehên Tirkiyeyê ne û got, "Nûçegihanek, ya jî qenaleke televîzyonê ji ber weşandina nûçeyekê dikarin bên girtin."

Meydan diyar kir, medya Qesrê her kesên daxwaza aştî, demokrasî, azadî û edaletê dikin, dike hedef û got, "Em medya lînçê naxwazin."