Kesên xwest ber bi Taksîmê ve bimeşin hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk êrîşî komekê kirin ku dixwest ber bi Taksîmê ve bimeşe. 20 kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk êrîşî komekê kirin ku dixwest ber bi Taksîmê ve bimeşe. 20 kes hatin destgîrkirin.
Bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran, girseya gel danê sibehê li Beşîktaş a Stenbolê li hev civiya ji bo bimeşe meydana Taksîmê. Gava ku meşê dest pê kir, polîsan pêşî li çalakgeran girtin û êrîş kirin.
Herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin. Aloziya li Beşîktaşê dewam dike.