Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin li Edliyeyê ne

Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin li Edliyeyê ne

Roja duşemê Platforma Piştevaniya Taksîm ku dixwest forumekê li dar bixe rastî êrîşa polîsan hatibû û 60 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan kesan 49 kes îro birin edliyeyê.

Di êrîşa polîsan a li hemberî foruma ku Platforma Piştevaniya Taksîmê dixwest pêk bîne di nav wan de ji Şaxa Buyukkent a Odeya Mîmaran Mîmar Mucella Yapici, Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Alî Çerkezoglu, Serokê Şaxa Stenbolê ya Odeya Muhendîsên Elektrîkê Ender Îmrek, Ongun Yucel û Haluk Agabey hebû 60 kes hatbûn binçavkirin.

Yên binçavkirî piştî karûbarên wan ên li muduriyeta polîsan birin edliyeyê. Sekretera Giştî ya Şaxa Buyukkent Odeya Mîmaran û Sekretarya Piştevaniya Taksîm Mucella Yapici ya ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hatibû berdan jî danê sibê hat edliyeyê.