Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin dê sewqî dozgeriyê bikin

Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin dê sewqî dozgeriyê bikin

Forma ku Piştevaniya Taksîmê xwest pêkbîne û polîsan êrîş êrîş kir ser, nêzî 60 kesên ku hatin binçavkirin çav lê ye veguhêzin dozgeriyê.

Piştî ku Parka Gezî 8’ê Tîrmehê hate vekirin, piştî Piştevaniya Taksîmê banga forumê kirin, di nava du seetan de dîsan ji aliyê polîsan ve park hatibû girtin. Piştî girtina parkê di encama êrîşa polîsan de ji Şaxa Stenbolê ya Odeya Mîmaran, Mîmar Mucella Yapici, Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban ya Stenbolê Elî Çerkezoglû, Seroka Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Elektirîkê Beyza Metîn, endamê Lijneya Rêveber ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK)’ê Ender Îmrek û Ongun Yucel û Halûk Agabeyoglû jî di nav de nêzî 60 kesan hatin binçavkirin.

Çav lê ye ku, yên hatine binçavkirin veguhêzin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê, Piştevaniya Taksîmê jî ji bo piştgiriya berxwedêrên Gezî, bang kir ku her kes di demjimêr 13:00’an de li Edliyeya Stenbolê bin.