Kesên ku wê tevlî 'Nobeta Berxwedanê' bibin diyar bû

Navên 10 HDP'iyên ku wê beşdarî 'Nobeta Berxwedanê' ya HDP'ê bibin, diyar bû.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Em Nesekinin, Jê re Bibêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin", "Deklarasyona Çareseriya Demokratîk" a ji 9 xalan pêk tê, eşkere kir. Di çarçoveya vê deklarasyonê de wê sibê li Parka Koşûyoluyê "Nobeta Berxwedanê" were destpêkirin. Parlementerên ku wê tevlî nobetê bibin navê wan hat eşkerekirin.

Nobeta Berxwedanê wê di navbera 25 û 31'ê Tîrmehê de bê lidarxistin û wê qasî hefteyekê berdewam bike. Parlamenterên ku beşdarî çalakiyê bibin navên wan wiha ne:

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Wekîlên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Garo Paylan, Wekîlê Semsûrê Behçet Yildirim, Wekîlên Amedê Feleknas Ûca, Nîmettullah Erdogmûş, Ziya Pîr, Wekîlê Îzmîrê Muslum Dogan û Wekîla Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr.