Kesê di wêne de ne Rojnamevan Kaplane
Kesê di wêne de ne Rojnamevan Kaplane
Kesê di wêne de ne Rojnamevan Kaplane
Nûçegihanê DÎHA’yê Çagdaş Kaplan ku di encama operasyona li dijî rojnamevana hate girtin, wêneyê ku weke delîl hate nîşan kirin û “Behsa Qendîl kir û tê gotin li Qendîl hatiye kêşan”, derket holê ku kesê di wêne de ne Kaplane.
Wêneyê ku li ber tabelya bajarokê Qendîl yê Konyayê ku di nava dosyayên Doza Çapemeniya KCK’ê de cih digire û tê gotin Nûçegihanê DÎHA’yê Çagdaş Kaplan yê girtî tê darezandine, derket holê ku kesê di wêne de ne Kaplane.
Parêzeran wêneyê mijara gotinê ku weke delîl xistina nava dosyayê ji Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê xweset. Di wêneyê şandî de, tê dîtin ku kesekê li ber tabeleya li ser Qendîl nivîsî îşareta serkeftinê kiriye. Lê belê pir eşkere xuya dike ku, ne nûçegihanê DÎHA’yê Kaplane.
Weke din jî di vekolîn û tespîtên girtekên polîsan de, tê diyarkirin ku wêne li bajarokê Qendîl yê girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hatiye kêşan.