Kerry: Li Sûriyê gaza Sarîn hat bikaranîn
Kerry: Li Sûriyê gaza Sarîn hat bikaranîn
Kerry: Li Sûriyê gaza Sarîn hat bikaranîn
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry diyar kir ku di destê DYE de delîl hene ku li Sûriyê gaza Sarîn hatiye bikaranîn.
Wezîr Kerry ji televîzyona NBC re peyivî û diyar kir ku ji mînakên xwîn û por ên ji kesên li rojhilatê Şamê di nava 24 saetan de rrastî êrîşê hatine, derketiye holê ku gaza Sarînê hatiye bikaranîn.
Wezîr Kerry îdîayên xwe yên der heqê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê de mezintir kir û got, "Em dizanin êrîş ji ku derê hatiye kirin. Em dizanin bi çi hatiye kirin jî. Em dizanin piştre jî çi bûye."
Kerry da xuyakirin ku ev yek ji bo destwerdaneke leşkerî, rewşeke nû derxistiye holê.