Kerestecîoglû: Ewlehiya hilbijartinê tune

Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, hesabên kurên Bînalî Yildirim yên off-shore bi bir xîst û wiha got; “Tişa herî giring ewlehiya hilbijartinê ye. Di Rewşa Awarte qalkirina hilbijartinê, tiştekî gelekî beredayî ye.”

Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, têkildarî belgeyên Paradise Papersê ku navê zarokên Serokwezîr Bînayî Yildirim jî di hesabên Off-shore re derbas dibin ji Mehmet Şîmşek pirsî û xwest hesab bipirsin. Kerestecîoglû, anî ziman ku gelo wê derbarê off-shore de hesab ji zarokên Bînalî Yildirim bên pirsîn yan na?"

Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecioglû, derbarê geşedanên di rojevê de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kerestecîoglû, girtina Karsaz û Serokê Rêveberiya Çanda Anadolûyê Osman Kavala rexne kir û wiha got: "Rojnameyekê mehekê Osman Kavala kir hedef. Piştî ku Erdogan Kavala hedef nîşan da, Kavala hat binçavkirin û girtin. Kesê navê Serokomar li ser wî ye li kursiyê Kavala kir hedef û got ‘Em ê hesab jê bipirsin.’ Li şûna polîsên ku Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan, Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalitaş, Medenî Yildirim û Hasan Ferît Gedîk kuştin bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn, dibêje ‘Polîsê me dîrok nivîsandine' û wan li kuştinan sor dikin. Niha Kavala, hem bi Gezî û hem jî bi organîzekirina 15'ê Tîrmehê dadirizînin. Lê sponsorê Geziyê tune ye. Tenê welatî bi xwarinên xwe yên malê dihatin qadê û çalakî pêk dianîn."

Kerestecioglû, anî ziman ku rojnamegerên derbarê îhmalên komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de nûçe çêkirin  doz hat vekirin û wiha axivî: "Li vî welatî kesên heqîqetê tîne ziman sûcê mezin e. Li vî welatî rojnamegerên rastiyê dinivîsin tên darizandin. Patronên medya jî pişta xwe tidin rastiyan. Em bang li patronên medya û medya hawiz dikin û em dibêjin heta dawî ev îktîdar li ser piyan namîne. Em dixwazin hûn li gorî sinc tev bigerin."

WÊ HESABÊ OFF-SHORE ÊN ZAROKÊN YILDIRIM ÇI PÊ WERE?

Kerestecîoglû, bal kişand ser belgeyên Padise Papersê yên off-shore de derketin holê û wiha got: "Li Zonguldakê 100 hezar karkerên madenê li dijî Xala 51'an a Pêşnûmeyên Torbe gotin ‘Hûn ewlehiya me dixin talûkeyê' û meşiyan. Name ji me hemûyan re şandin. Gelo meşa bi hezaran karkeran qîmeta wê ya nûçeyan tune ye? Ma qey belgeyên Paradise Papersê jî ne nûçe ye? Mehmet Şîmşek dibêje ‘Em dixwazin li ser hesabê Off-shore  qaçakvaniya bajêr asteng bikin' Em ji wî dipirsin hesabên  zarokên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên off-shore wê çi lê bê?"

Kerestecioglû, pergala ezmunê ya TEOG’ê jî rexne kir û anî ziman ku heta niha wezîr Mûmcû, Huseyîn Çelîk, Nîmet Çûbûkçû, Omer Dînçer, Nabî Avci, Îsmet Yilmaz her kesekî li gorî xwe pergalek ava kirin û tu pergalan encam negirt.”

Kerestecioglû, herî dawî pirsên rojnamegeran ên derbarê îtîfaqên hilbijartinê jî bersivand û anî ziman ku ewlehiya hilbijartinê tune û wiha got: "Azadiya propagandayê tune ye. Kes nikare azad biaxive. Mirov êdi birçiyên demokrasiyê ne. Berî her tiştî ewlehiya hilbijartinê hewce dike. Ger ku OHAL bidome ewlehiya hilbijartinê ne pêkan e. Ji bo demokrasiyê û îtifaqê divê berî her tiştî OHAL bi dawî bibe."