Cîgira Serokê Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojeva heyî nirxand.
Kerestecîoglû di destpêka axaftina xwe de 1'ê Gulanê careke din pîroz kir û bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê yên gel û kuştinên li cihê kar.
Kerestecîoglû li ser hilbijartina 24'ê Hezîranê got, "Ji bilî qedandina êşên heyî daxwazeke me nîne. Em welatekî bi derewan têbirêvebirin naxwazin. Welatekî ku bi mejiyekî kolektîf, bi dostanî û piştgiriyê tê birêvebirin li me tê."
Kerestecîoglû destnîşan kir ku 24'ê Hezîranê wê bibe dema vê guhertinê û wiha dewam kir: "Wê bibe hîmekî bingehîn ê dîroka me ya demokrasiyê. Kesekî ku hurmetê nîşanî nêrîn û baweriya hemû welatiyan dide û bi gel re welêt bi rê ve bibe, wê were hilbijartin. Tîpên destpêkê yên nav û paşnavê wî jî dibe ku S û D bin."
Kerestecîoglû diyar kir ku dem dema azadiyê, dema HDP'ê ye.
Der barê tifaqa "partiyên mûxalefetê" de Kerestecîoglû got, "Dema ku em berê xwe didin wî alî, em tifaqên rastgir dibînin. Li naverastê partiyeke sosyal demokrat heye, lê ev partî bi rojane qala Iyi Partiyê dike û dibêje 'Iyi Partî HDP'ê naxwaze'. Lê me îro dît ku dixwazin tifaqeke li derveyî HDP'ê çêbikin. Ev tifaq kê transfer dike bila bike, dixwazî Che Guevera, dixwazî mesajê ji xwişka wî re bişîne, wê tiştek neguhere û weke tifaqeke rastgir bê dîtin. CHP li hilbijêrên çep qedexe bûye. Eger partiyek ji xwe re dibêje 'sosyal demokrat e' wê çaxê partiya ku divê pê re tifaqê bike pêwîste li aliyê çepê be. Eger hûn bi Wezîra Karên Hundir a salên 1990'î, li ser gumana bûyerên li Sêwasê tifaqê bikin hingî hûn bi tifaqa rastgiran dikin.
Me gotibû, li cihê ku tifaqa jinan, tifaqa kedê hebe, tifaqa cûmhûr ne xema kesî ye. Niha jî du tifaqên rastgir wê li ber hev bidin. Ew li wir, HDP jî li vir e."
Kerestecîoglû destnîşan kir ku ji bo wan wê benda hilbijartinê ti carî nebe pirsgirêk û got, "Yekane partiya çep a li Tirkiyeyê HDP ye. Hemû dengên çep wê ji HDP'ê re bên."