Kenê berê vedigere ser rûçikê gelê Reqayê

Piştî rizgarkirina gundên wan ji aliyê şervanên QSD’ê ve, êdî hêdî hêdî ken vedigere ser rûçikê xelkê herêmê.

Dema mirov dikeve parêzgeha Reqayê, berî her tiştî li eraziyeke berfereh û çolê rast tê. Dema ku em gundiyan dibînin em di dilê xwe de dibêjin: "Çawa li van deran dijîn". Lê dema ku mirov dikeve nav gund û bi şêniyên gund re civatê digire, nêrîna mirovan berevajî dibe. 

Miletekî xwedî çand û mêhvanperwer in, ji axa xwe hez dikin, her malbat bi xwedî sedan donum zevî ne. Xaniyên gundê Reqayê piranî ji kelpîçan hatin lêkirin û xaniyên betonî jî têne dîtin lê ew jî nû avakirin e. 

Li gorî rewşa çolî ya bajarê Reqayê gund ji hev dûr in lê gundên nêzî Tebqa û Reqa cihokên avê ji çemê Firatê kaş kirine û li gel ku axa xwe ne li gorî çandinê ye jî lê dîsa çandiniya avî dikin wek genim, ceh, kuncî, genim û hwd. diçînin. 

Aboriya wan a sereke xwedîkirina Pez e, piştre çandinî tê. Di milê civakî de ji Erebên Reqa û derdora wê re dibêjin Şawî. Ev jî navekî kevin e, ji xelkê vê herêmê re tê gotin. Heta zimanê wan ê devkî cudayî miletê Sûriyê yê herêmê ne. 

Di dema rêjîma Beasê de ji parêzgeha Reqa, Heleb û Hesiçe re digotin "sêgoşeyê belengaziyê".  Lewma dema em ji kîjan dayîkê rewşa zarokên wê pirs dikin dibêjin: "kurekî min li Libnanê dixebite" her malekê teqez yek li derveyî Sûriyê dixebite, da ku bikaribe debara mala xwe bike. 

Ji 3 salan û vir ve ye di bin navê zikatê de, çeteyên DAIŞ'ê bi gelê vê herêmê re bibûn şîrik. Tevî 3 salên bi zehmet jî , lê dîsa jî ev milet li hev xwedî derdikeve ku ev ji hişmendiya eşîrî tê. 

Em di nav gundan re derbas dibin. Teqez civat li malekê heye, ku gundî li hev kom bûne. Civatê digirin û çaya tehl, şîrîn vedixwin. Ji xwe xelkê Reqayê bi çaya tehl û şekir navdar in. Di nav civaka Sûriyê de dibêjin çayeke Şawî çêbikin ango tehil û şîrîn. 

Ev zêdetirî 3 salane ku çeteyên DAIŞ'ê mehdê xelkê herêmê tirş kiribû û jiyan li wan kiribûn weke dojehê. Gelek caran êşên xwe bi re par ve dikin. 

Piştî rizgarkirina gundên wan ji aliyê şervanên QSD’ê ve, êdî hêdî hêdî ken vedigere ser rûçikê xelkê herêmê û ew qermiçokên li ser rû çavên wan diçin."