Kemalbay li Enqerê kirin bin çavan-NÛ BÛ

Hevseroka Berê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay li Enqerê kirin bin çavan.

Polîsan li Enqere Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Serpîl Kemalbay binçavkirin. Polîsan serê sibê jî li Esenyûrta Stenbolê bi ser mala Kemalbay de girtin. Polîsan deriyê avahiya ku kes ne li malê bû şikandin û ketin hundur û lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê polîsan mifteya deriyê ku şikandin bi çilîngîr guherandin û paşê ji malê derketin.

Beriya kongreya HDP'ê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HKD) Onûr Hamzaoglû jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin û der barê 17 kesan de jî biryara lêgerînê hatibû dayîn. Yek ji kesên der barê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn Serpîl Kemalbay bû.

Kar û xebatên derbarê kirina binçavan a Kemalbay, piştî di civîna koma partiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de ya ku  Serpîl Kemalbay kiribû hedef bal kişand. Erdogan dema daxivî li salonê sînevîzyonek da temaşekirin, piştre jî Serpîl Kemalbay jî di nav de HDP û CHP’î bi gotina ‘heskiriyên terorê’ kire hedef.