Kemalbay: Hezkirina we bombekirina zarokan e?
Kemalbay nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û got, “Gelo hezkirina we ya ji welat ev e ku, hûn li ser bombeyan navan binivîsin û wan bombeyan li ser zarokan bibarînin?”
Kemalbay nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û got, “Gelo hezkirina we ya ji welat ev e ku, hûn li ser bombeyan navan binivîsin û wan bombeyan li ser zarokan bibarînin?”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Otela Plaza ya Enqereyê 2'yemîn Konferansa xwe pêk tîne. Konferansa ku qasî 500 delegeyî beşdar bûne, wekî dîwana konferansê Sarûhan Olûç, Yûrdûsev Ozsokmenler hatin bilbijartin. Li ser navê dîwanê Sarûhan Olûç axivî û bal kişand ser zextên li ser HDP'ê û ev tişt got: "Ruxmê vê jî me serî netewand. Erdogan û AKP'a ku dixwest me tasfiye bike, me sekna xwe neguherand. Em xwedî li siyaseta demokratîk, gel derketin û me stûyê xwe netewand. Îro ev heval û dostên me yên li vir, hevrêyên me yên jin duh li vir konferanseke girîng li darxistin û karekî baş kirin." Olûç aşkera kir ku HDP'ê kongreyên xwe yên bajar û navçeyan li dar xistine, piştre konferansên herêmî li dar xistiye û wiha axivî: "Em li vir encamên xebatên xwe dinirxînin. Em ê ji van nirxandinan encaman derxin, biryarên polîtîk ên em li vir digirin bi biryaran re em ê pêşkêşî kongreya mezin a 11'ê Sibatê bikin. Emê bi kongreya xwe ya mezin re, fîşeka işaretê li dijî kesên zextan dikin pêxin.
Olûç da zanîn ku ewê bi kongre û konferansan bidin nîşan ku ew li qadê ne û wiha pê got: "Em bi biryar in, bi hêz in, em hebûn û em ê hebûna xwe biparêzin." Piştî axaftinê, Olûç rojeva konferansê ji delege û beşdaran re parve kir.
KEMALBAY: EM ŞOREŞGER IN Û HER YEK JI NEFERÊN VÎ GELÎ NE
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay derket ser kursî, bi işareta serkeftinê kesên li salonê silav kir û got: "Em her sibê bi operasyon û bi zextan dest bi rojê dikin, ew qas bihêzbûna me û hatina me ya gel hev hin kesan şaşo maşo dike. Dibêjin em dixwazin wan tune bikin, lê ev tune nabin. Di binê vê hêz û mafdariyê de soza 'em ê bi ser kevin' a dane gelan e. Em şoreşger in û her yek ji me neferekî/ê vî gelî ne." Kemalbay ji HDP'iyên girtî re spasiyên xwe kir û wiha got: "2 sal û nîv e ev têkoşîna ku em didin hêviyê dide."
‘TÊKOŞÎNA ME EW Ê AKP’YIYAN JÎ RIZGAR BIKE
Kemalbay, aşkera kir ku li hemberî vê sekna HDP'ê, "her roj xirabî û şer tê rêxistinkirin" û wiha pê de çû: "Ya rast yên di zor û zehmetiyê de, AKP'a her roj xirabiyê rêxistin dike. Rayedarê û xebatkarên wan in. Dibêjin ku em çi bikin ku morîkên ku Erdogan qetandine, em berhev bikin û ji bo wê reş û spî berhev dikin. Dibe ku hêviya wan jî girêdayê me ye. Difikirin ku rojek berî rojekî HDP vê despotiyê hilweşîne ku em jî rihet bibin." Kemalbay got ku wê têkoşîna wan AKP'iyan jî rizgar bike.
‘ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ NE REWA YE!’
Kemalbay destnîşan kir ku êrîşên li dijî Efrînê ne rewa û mafdar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêveberiya Tirkiyeyê ji vî warê ku mirov lê civiya ne çi dixwaze. Ji aştiyê ditirsin. Êrîşa wan a bê şerm a li dijî TTB'ê jî ji ber vê ye. TTB'ê çi got, şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e. Ma ne wisa ye, ji ber şer 3 milyon û nîv mirov ji cihên xwe nebûn, nebûn penaber? Her roj di van şeran de jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Kesên sonda Hîpokratê xwendine wê ji şer re bêjin baş e? Hemû gelên li Tirkiyeyê şer naxwazin." Kemalbay da zanîn ku partiya ku bêhna Tirkiyeyê fihet bike partiya wan HDP ye.
Kemalbay diyar kir ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê partiyek alternatîf e û wiha axivî: “Ji ber vê em bi hêz in. Li gel ewqas êrîş û zextên dijwar jî ji ber em bi hêz in gav paş ve neavêt. Em xûrt in û bi vê boneyê em têkoşîna xwe didomînin. Erdogan dixwaze îşlikê dîna li me bike. Wê gelên Tirkiyeyê vî îşlikê biqetînin û biavêjin.”
‘HEZKIRINA WE BOMBEKIRINA ZAROKAN E?’
Kemalbay li dijî gotinên “Hezkirina welat” a rêveberiya AKP’ê bertek nîşan da û ev nirxandin kir: “Hûn li ser wan bombeyan nav dinivîsînin û diavêjin ser zarokan. Navê vê dibe hezkirina welat. Polîtîkaya wan her roj mirovan feqîr dikin û qadên çandiniyê tune dikin. Ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê wekî qada Arnavutlûk û Ermenistanê ‘dervayî çandiniyê’ hiştine. Hezkirina we ya welat ev e? Em ê destûr nedin polîtîkayên tunekirinê û nehêlin hûn van polîtîkayan bi Efrînê re bikin yek.”
‘KES NIKARE KURDAN LI VÊ DERÊ TUNE BIHESIBÎNE’
Kemalbay anî ziman ku wê civaka Tirkiyeyê di sala 2013’an de pir nêzî aştiyê bûn û wiha got: “Hevdîtinê li gel Ocalan ji gelan re bûn hêvî. Dîtin û tirsiyan ku desthilatdariya xwe winda bikin, van gavan avêtin. Kes nikare gelê Kurd li vî welatî tune bihesibîne. Polîtîkaya aştiyê polîtîkaya çareserkirina bi gelan re ye. Êdî cih ji riya tecrîd, girtîgeh, zext û tundiyê re nemaye. Dem dema me ye. Em ê bi beşdariyek herî xûrt li Areneya Enqereyê kongreya xwe li dar bixin û bikin şahiya demokrasiya gelan.”
Konferans bi nirxandinên mêvan û delegeyan ên têkildarî rojevê didome. Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.