Kemalbay: Em ê feraseta dewletê binax bikin

Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de got ku, “Ji bo têkbirina şîdetê em ê serdestiya mêran û feraseta serdest a dewletê binax bikin.”

HDP’ê li Îzmîrê li navçeyên Karabaglar û Gazîemîrê buroyên hilbijartinê yên jinan vekir. Beriya vekirinê li pêşiya avahiya bajêr bi dehan wesayîtan konvoy hate çêkirin. Konvoya ku hemû ajovan jin bûn hatin pêşiya buroya hilbijartinê ya Karabaglarê. Ji xeynî namzetên jin ên bajêr, rêveberên bajêr û gelek jinan piştgirî dan.

Namzeta parlementeriyê Serpîl Kemalbay li vê derê axivî û diyar kir ku jin ji bo ku dîktatoriyê têk bibin  xwe amade dikin. Kemalbay got ku, “Bi laçika xwe, bi Kurd ûTirkan em têkoşîneke hevpar dimeşînin. Piştî 7’ê Hezîranê li Tirkiyeyê guherîneke mezin heye. Gelê me dixwaze ku êdî jin jî bibin xwediyê peyvê, gelê me dixwaze beşdariyeke wekhev çêbibe.”

Kemalbay gotku, “Em ê Dayîka Taybet û pitika bi navê Mîray qet ji bîr nekin. Em ê tu carî Cizîr, Sûrê ji bîr nekin. Em jiyaneke hevpar dixwazin. Ji bo têkbirina şîddetê em ê serdestiya mêran û feraseta serdest a dewletê binax bikin. Ew ê jin qet bêdeng nemînin. Em ê di 25’ê Hezîranê de rejîma yekzilamiyê biavêjin ser sergo. Jin teqez ew ê bi ser bikevin.”

Di vekirina buroya hilbijartinê ya Gazîemîrê de jî Dayîka Aştiyê Cemîle Aydin axivî. Aydin got ku, “Ew me digirin, lê em naqedin. Em ê bi ser bikevin, ew ê têk biçin.”

Piştî vekirinan girse ji bo pêşwazîkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû balefirgeha Adnan Menderes. Bûldan ew ê piştre derbasî Taxa Kadîriye ya navçeya Konakê bibe.