Kemalbay: Em ê bi hev re bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay di kongreya bajêr a partiya xwe de rojev nirxand.

Kongreya Asayî ya bajêr a HDP’ê ya Stenbolê didome. Di kongreyê de peyama nivîskî ya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hate xwendin a ku parlementerî û endamtiya wê ya li partiyê hatibû betalkirin. Piştî xwendina peyaman Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî.

BANGA ‘DEST BIDIN CIZÎRÊ’

Kemalbay bal kişand ku bi 7’ê Hezîranê re ev pêvajo hate avakirin û got  “Gelê me bi 7’ê Hezîranê re Tirkiyeya nû ava dikir. Ew êrîşî giyanê 7’ê Hezîranê dikin, em jî hewl didin vî giyanî xurttir bikin.”

Kemalbay diyar kir ku ew li ber xwe didin û got, “Ez ji Cizîrê hatim. Ez dixwazim ji her bajarî gelê me biçin Cizîrê û dest bidin wê derê.  Ligel her tiştî gelê me yê li wê derê li ser lingan in û li ber xwe didin.”

‘ÇI KARÊ WE LI KATARÊ HEYE’

Kemalbay bal kişand ser krîza Katarê û got, “Tirkiye ji dêvila ku li Sûriyeyê piştgiriyê bide Kurdan û hêzên demokrasiyê, berevajî vî tiştî tevdigere. Gelo çi karê Tirkiyeyê li Katarê heye ku leşkeran dişîne wir? Leşkerên Tirkiyeyê biçin Katarê, ev tiştekî li gelê Tirkiyeyê zêde nake, berevajî wê ne baş be.”