Kemalbay Cejna Remazanê pîroz kir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay di peyama cejnê de bi hêviya ku bi cejnê re êş bi dawî bibin cejn pîroz kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay ji bo Cejna Remazanê peyamek da.

Di peyamê de wiha hate gotin: 

‘’Bi hêviya ku Cejna Remazanê êş bi dawî bibin.
Li Cografyaya me ku baxçeyên bawerî û gelan e, ez Cejna Remazanê ku weke roje kêfxweşiyê û aştiyê tê dîtin pîroz dikim. Ji bo Cejna Remezanê bi hêviya ku duayên ji bo aştiyê û xwîşk û biratiya gelan a ji bo cografyaya me û çar hêlên cîhanê têne kirin qebûl bibin û têkoşînên ku têne dayin bi ser bikevin. Sed mixabin ku gelên me bi metirsî, hejarî, êşê, di bin zexta desthilatdariya siyasî de pêşwazî dike. Bi sedan kedkarên ku bi BHQ’yan ji kar hatine girtin, karkerên ku di şertên bê ewle de mehkûmî jiyanê hatine kirin, gelê Kurd ê ku mala wan bi ser wan de hatî hilweşandin, jinên ku hemû jiyana wan li ber siha tundiya zilaman derbas bûyî, ciwanên bi metirsiya siberojê û gelekên din bi xemgînî cenê pîroz dikin.

Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe sedem ku êşên hemû gelên me bi dawî bibin, li dijî şer bibe aştî, li dijî cihêkariyê bibe welatiya  wekhev, li dijî zext û zordariyê bibe azadî. Bi baweriya ku gelên me dest bidin hev, dadmendî, aştî, azadî, wekheviyê bînin vê cografyayê ku heq kirine, bi vê hêvî û baweriyê Cejna Remezanê ya hemû Alema Îslamê ji dil pîroz dikim.’’