Kêliyên dawî yên DAIŞ'ê

Kêliyên dawî yên DAIŞ'ê

Li dijî çeteyên DAIŞ'ê, Kurd û artêşa Iraqê li her eniyên Iraq û Sûriyeyê bi pêş ve diçin. Çete êdî li her eniyê di rewşa parastinê de ye û windahiyên giran dide.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê bi berxwedaneke mezin hatin rawestandin, li gelek eniyên Sûriye û Iraqê, li ser hev derban dixwin. DAIŞ'ê herî dawî bajarên Becî û Zûmar ên Iraqê, ku tesîsên petrolê yên xwedî girîngiyeke mezin lê ne, winda kir. Êrîşên hewayî jî cih li DAIŞ'ê teng kirine.

DAIŞ'ê ku hefteya derbasbûyî Jurf Al Şakar ê li başûrrojavayê Bexdayê winda kir, vê hefteyê jî bajarê Becî yê mezintirîn parzîngeha welêt lê ye, winda kir. Hat ragihandin ku li gelek eniyan, pêşveçûna artêşa Iraqê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike û armanca niha ya artêşê bajarên Tîkrît û Muqtediyeyê ye.

DAIŞ li Başûrê Kurdistanê jî li hemberî HPG û hêzên Pêşmergeyan têk diçe. Li hemberî dorpêçiya derdora Çiyayê Şengalê, gerîlayên HPG'ê dest bi êrîşê kirin û ji gelek nuqteyan çete derxistin.

Bajarê Zûmar ê li bakurê welêt jî, ket destê hêzên pêşmerge û bi vî rengî nuqteyeke din a girîng ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Qata petrolê ya Ayn Salih jî ket bin kontrola Kurdan. Hêzên Kurd ji vê xetê ber bi başûr ve, êrîşên xwe yên li hemberî çeperên çeteyan dewam dikin.

Li Kerkûk û derdora wê, gerîlayên HPG û hêzên pêşmerge, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên bi bandor lidar dixin. Tê gotin ku li vê qadê, çeteyên DAIŞ'ê bi temamî ketine rewşa parastinê.

DAIŞ a ku li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê di nav çiravekê de çikiya, li rojavayê Serêkaniyê jî di şerê li hemberî hêzên YPG'ê de windahiyên giran da. Hêzên YPG'ê di hefteya derbasbûyî de pênc gund ji çeteyan rizgar kirin. Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin.

Tevahiya çeteyên DAIŞ'ê yên çend roj berê êrîşî bajarok û qada gaza xwezayî ya Tiyas a di destê rejîmê de bû kiribûn, hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ'ê li vê qadê jî derbên giran xwar.

Li aliyê din, hêzên koalîsyonê di nava vê mehê de li dijî DAIŞ'ê zêdeyî 150 caran êrîş kirin. Hêzên hewayî yên Iraqê jî, bi taybetî li Becî, Kerkûk, Mûsil û Fellûceyê, gelek caran bombebaran kirin.