Keleş: Ji bo karkerên demsalî em dengê xwe bilind bikin

Asrin Keleş ê Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDK’ê ye diyar kir ku jiyana karkerên demsalî di xetereyê de ye û divê her bajar îstîhdama xwe çêke.

Asrin Keleş ê Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDK’ê ye diyar kir ku şertên xebatê yên karkerên demsalî gelekî giran e.

Keleş diyar kir ku ji sedî 45’ê karkerên demsalî ji Bakurê Kurdistanê ye û got, “Ev koça kedê ye. Beriya her tiştî cihekî mayinê yê karkeran tune. Di konan de dijîn. Ji ber ku hîjyen tune, cihê ku lê dijî şertên baş tune. Gelek problemên wan hene. Bi taybetî jin û zarok gelekî ditengijin. Di nav şertên dijwar de, di bin sînorê birçîbûnê de jiyana xwe didomînin.”

Keleş bal kişand ser şertên karkerên çandiniyê û got ku, “Li hemberî karkerên çandiniyê yên demsalî bêpolîtîkayeke mezin heye. Dengê tu kesî dernakeve, tu kes van astengiyên wan nabîne. Li cihê ku di şertên normal de hîjyen tune, van kesan li hemberî koronayê li ber xwe dan. Li cihê ku elektrîk û av tunebe, mirov nikare qala hîjyenê bike. Ji neçarî di konekî de 16,17 kes dijîn. 50, 60 kes diçin daşirekê.”

Keleş diyar kir ku divê ji bo şertên karkeran bajar were avakirin û got, “Divê koça kedê were sekinandin, her bajar divê îstîhdama xwe pêk bîne. Divê ji Rihayê neyên gundekî Enqereyê û nebin karkerên demsalî. Li Tirkiye û dinyayê herî zêde keda wan tê xwarin û di nav şertên giran de dijîn. Divê em ji bo van karkeran têkoşîneke hevpar bimeşînin û dengê xwe bilind bikin. Heke em têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin em ê karibin hemû mafê xwe bi dest bixin.”