Kedkarên di grêvê de ne meşiyan Parqa Gezî

Kedkarên di grêvê de ne meşiyan Parqa Gezî

Bi hezaran endamên Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê ku ji bo mafê xwe biparêzin ketibûn gireva birçîbûnê, piştî çalakiya grevê heta Parka Geziyê ya Teksîmê meşek pêk anî.

Bi hezaran karkerên ku li qada Galatasarayê kom bûn, bi pankarta "Em ewlehî, îstihdam, ewlehiya heq dixwazin" û "Her der Taksim her der berxwedan" vekirin û meşiyan Parka Geziyê. Girseya ku di navde rêveberên ESP, BDP, Yekîtiya Têkoşînê, TKP, Alinteri, BDSP' jî hebkûn bi siloganên "Bila girtiyên KESK'î serbest bên berdan meşiyan. Dîsa siloganên "Çapulcu li vir in, Tayyip li ku ye? û "Zext me bêzar nakin" berz kirin. 

Piştî meşê li ser navê Platforma KESK'ê Serokê 3'emîn Şaxa Egîtîm Senê Huseyin Tosu daxuyanî da. Tosu, anî ziman ku kesên çalakvanên Parga Gezî weki kole û çapulcu dibîne, nikarin gel bi rêve bibinû ew jî li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Tosu, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê hêrsa karker û kedkaran êdî nabîne û wiha got: "Bêhiqûqî, bê edaletî û xizanî serdest dibe. Hemû kesên ku bêhiqûqî, xizanî û bêdaletê dijî êdî vê yekê qebûl nakin. Piştî daxuyaniyê girseya KESK'ê tev li berxwedana girsê bûn.