Kedkarên cemaweriyê: Navê cejnê berxwedan e
Kedkarên cemaweriyê yên ser bi KESK'ê ve, ku bi Biryara di Hukmê Qanûnê de ji kar hatin avêtin, ev 28 hefte ne çalakiya xwe berdewam dikin. Kedkar di roja cejnê de jî daketin qadan û li ber xwe dan.
Kedkarên cemaweriyê yên ser bi KESK'ê ve, ku bi Biryara di Hukmê Qanûnê de ji kar hatin avêtin, ev 28 hefte ne çalakiya xwe berdewam dikin. Kedkar di roja cejnê de jî daketin qadan û li ber xwe dan.
Gelek endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi Biryara di Hukmê Qanûnê de ji kar hatin avêtin. Karker bi mehan e di çalakiyê de ne û di Cejna Qurbanê de jî berxwedana xwe dewam dikin. Hefteyê 3 rojan li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê û Altiyola Kadikoyê li hev dicivin û çalakiya rûniştinê pêk tînin. Karker bêyî ku bêjin berf, bafan û germahî, 8 meh in di berxwedanê de ne. Karkerên bi navê Fîlîz Ûzalsoylû û Mûhammed Sevînçtekîn ên li Qada Azadiyê di çalakiyê de ne, berxwedana 8 mehan nirxandin.
'TI WATEYA CEJNÊ NEMA'
Mamosteya bi navê Fîlîz Ûzalsoylû eşkere kir ku di berxwedana 8 mehan de wan hevaltiyeke bi nirx bi dest xistiye û qadê weke dibistanê pênase dike. Ûzalsoylû da zanîn ku ji bo paşeroja zarokên wan ji destê wan neçe, ew di cejnê de jî têkoşîna xwe dewam dikin û wiha got: "Êdî navê cejnê ji bo me berxwedan e. Desthilatdarî dixwaze bi birçîbûnê me terbiye bike, lê em hêviyên xwe ji dest nakin."
'LI QADA BERXWEDANÊ NAVÊ BERXWEDAN'
Karkerê bi navê Mûhammed Sevînçtekîn jî piştrast kir ku ew mehê 600 TL'yî kirê dide û destnîşan kir ku zaroka wî ya ku berî 3 mehan hatiye dinê jî mesrefên wê di navbera xwe de dane û wiha axivî: "Me navê Zeynep Seda li wê kir lê li qadê hevalan got navê wê Dîren (Berxwedan) e û niha 3 navê keça min hene. Beyî ku em bêjin berf, baran û germahî, hefteyê 3 rojan li vê qadê ne." Sevînçtekîn got, dema ew vegerin karê xwe wê ji bo wan cejn be, ji bo wê jî wê di cejnê de jî li qadan di berxwedanê de bin.