Kê gotiye li Emniyeta Stenbolê êşkence tineye?
Kê gotiye li Emniyeta Stenbolê êşkence tineye?
Kê gotiye li Emniyeta Stenbolê êşkence tineye?
Kî dibêje li qereqolan êşkence tineye bila bêje, Aşpêjê Şef Metîn Toprak ê roja vekirina Parka Gezî amîrekî polîsan bêvila wî şikand û ew kir binçavan, li Muduriyeta Şaxê Ewlekariyê ya Emniyeta Stenbolê, ji lêgerîna tazî heta heqaretê, ji kaşkirinê heta astengkirina pêdiviyên wî yên tiwaletê, rastî her şêweyên êşkenceya psîkolojîk hat. Toprak bûyerên hat serê wî ji ANF'ê re vegot.
Yek ji kesên di 6'ê Tîrmeha sala 2013'an de di roja vekirina Parka Gezî de hat binçavkirin aşpêj Metîn Toprak bû. Bi sedema piştgirî daye berxwedana Parka Gezî, roja 30 Gulanê ji karê xwe yê li Elio Kafe ya li Nîşantaşiyê hat avêtin. Ji wê rojê û vir ve di çarçoveya berxwedana Parka Gezî de li mafê xwe yê demokratîk digere.
SEDEMA LÊDAN Û BINÇAVKIRINÊ: BIKARANÎNA KASK
Mîna her Şemiyê, roja 6'ê Tîrmehê jî li ser banga Piştgiriya Taksîmê, Toprak ê 27 salî hat qada Taksîmê û tiştên hat serê wî weha vegot: "Ji cihê lê rûdinêm ji Tarlabaşiyê gava diçûm qada Taksîmê, destwerdana polîsan destpêkiribû. Li kolana Balo ya Îsktîklalê, ji ber ku kaskê bîsîkletê li serê min bû, amîrekî polîsan li min da. Kulmek li bêvila min xist û ferman da polîsan ku min bigirin binçavan. Di otobusa polîsan a ber bi Muduriyeta Emniyetê diçû de jî, polîsan bi pihênan li min didan û heqaret li min dikirin. Ev pêkanîna dij mirovahiyê li emniyetê jî dewam kir.
JI MIN RE GOTIN, AVÊT JI TIWALETÊ VEXWE
Gava min anîn Şaxê Ewlekariyê ya Emniyetê, min fêm kir ku 52 kes girtine bin çavan. Di nav wan de Mucella Yapici, Alî Çekezoglû hebûn. Bi şev saet di 23.00'an de min birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoyê. Di fîlmê li wir hat kişandin de xuya bû ku bivêlina min ji du deveran şikestiye. Gava vegeriyam Şaxê Ewlekariyê, li gel hemû dijderketinên min jî, bi tazî li ser min geriyan. Bi armanca şermezarkirina vê pêkanîna kêfî, em 52 kes ketin grêva birçîbûnê. Ji bo vexwarina avê jî dixwestin em îmzeyê biavêjin. Gava me îmze avêtin qebûl nedikir, mîna ku henekê xwe bi me bikin, ji me re digotin hûn dikarin avê ji tiwaletê vexun. Hewl dan îfadeya me bigirin, me jî mafê xwe yê bêdengiyê bikar anîn. Ji ber ku me nexwest şopa tiliyê xwe û wêneyê xwe bidin wan, em bi erdê ve kaş kirin û bi zorê şopa tiliyên me girtin. Dûre du polîs bi zorê milên me yên çep û rast tewandin û wêne dan kişandin. Dema em birin nexweşxaneyê jî, mîna kûçikan li me dinêrîn. Destên me ji pişt ve kelepçe kirin û heqaretên giran li me kirin."
7 QAT DI BINÊ ERDÊ DE 3 SAETAN, EM BÊ HEWA MAN
Toprak ragihand ku piştî zilm û êşkenceya 3 rojan a li Emniyetê, ew li hucreyên 7 qat li binê erdê yên Edliya Çaglayanê hatine ragirtin û got, "Em 46 kes 3 saetan bê hewa man. Pirsên dozgeriyê ji me dikirin jî mîna pirsên di binê çavan de li me dihatin kirin bûn. Dozgeriyê pirsên beradayî yên mîna; di çentê min de çi hebû, ji bo çi ez li Taksîmê bûm, kirin. Min got wê di demeke kin de ji me bipirse; ka çima em hilmê, hewayê distînin."
Toprak diyar kir ku wî giliyê amîrê polîsan ê kulm li wî xistiye kiriye û got, "Vê carê jî li pêkanînên dij mirovahiyê rast hatim. Ya ku bi serê me de hat, eger ne êşkence be çiye? Min heta dawiyê mafê xwe yê demokratîk bikar anî." Toprak her weha ji her kesên li dijwariya polîsan rast hatin xwest, gilî bikin.