KCK: Yên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAÎŞ'ên Tirk in

KCK destnîşan kir ku komên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAÎŞ'ên Tirk in û diyar kir ku li pişt van êrîşan desthilatdariya AKP-MHP heye. KCK bang li gelê Kurd kir ku ji bilî çalakiyên demokratîk serî li tu rêyên din nedin.

LI BELÇÎKAYÊ ÊRÎŞÊN FAŞÎST

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî bûyerên ku bi êrîşa komeke faşîst a Tirk a li dijî Kurdan destpê kirî, daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li pişt van êrîşan e.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li Kurdên li Ewropayê kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi provokasyonan nexapin, ji dervey çalakiyên demokratîk serî li ti rê û rêbazên cuda nedin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Kurdên li Belçîkayê dijîn, piştî ku ji pîrozbahiya Newrozê vegeriyan rastî êrîşên çeteyên faşîst, nijadperest û olperest hatin. Ev êrîş û piştî wê jî bi armanca kuştinê êrîş pêk hatin. Dora malan hatin dorpêçkirin û Kurdên ku di hundirê malê de asê mabûn, hewl dan ku werin qetilkirin. Di encama êrîşan de gelek Kurd birîndar bûn û rewşa hinek ji wan giran e. Ev êrîşên li dijî Kurdan hê jî didomin. Tayyîp Erdogan bi xwe û çapemeniya şer a Tirkiyeyê ji bo domandina van êrîşan di nava hewldaneke dijwar de ne. Em van êrîşên faşîst, nijadperest ên bi hîsteriya dij-Kurd tên kirin bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş bi tevahî hewldana komkujiyê ye. Mal hatin şewitandin û kesên di hundir de xwestin bên şewitandin û qetilkirin. Ji ber vê sedemê şibandina vê hewldana komkujiyê bi Komkujiya Madimakê re di cih de ye. Çeteyên faşîst, nijadperest û olperest otela Madîmakê tevî kesên di hundirê wê de şewitandibûn.

Êrîşa li Belçîkayê di encama plan û rêxistina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku xwe li ber bilindbûna têkoşîna gelê me ranegirt, pêk anîn. Armanca vê yekê ew e ku gel bitirsînin, bi provokasyonan rojeva gelê me berovajî bikin, gelê me li hember hikûmetên welat ên pêwendîdar derxînin û bi vî awayî têkoşîna gelê me qels bikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî têkoşîna azadiyê ya ku bi taybetî bi Newrozê re derketiye lûtkeyê bi hêrs û bêçare dest bi lêgerînên bi vî rengî kir û bi vî rengî hewldana komkujiyê ya li Belçîkayê derket holê. Gelê me bi tevlîbûn û coşeke mezin Newroz li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pîroz kir, li dijî dagirkerî û xiyaneta hevpar helwestek pir xurt nîşan da û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re û bi Rêber Apo re nîşanî her kesî, dost û dijminan da. Ev helwesta dîrokî ya gelê me ya di Newroza 2024’an de tê wateya têkçûna polîtîkayên qirker ên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê.

Ji aliyê din ve yek ji armanca sereke ya van êrîşan jî ew e ku hawirdorê tehrîk bike, di nava gelê Kurd bi taybet ciwanên Kurd de hêrsê çêbike û wan neçar bike ku bersivê bidin êrîşan û bi vî rengî gelê Kurd têxin nava tengasiyek dijwar. Bi taybetî Pêngava Azadiyê ya Cîhanê ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji aliyê dost û enternasyonalîstan ve hat destpêkirin, têkoşîna gelê Kurd gerdûnî kir û ji gel, jinan, bindestan û raya giştî ya demokratîk a cîhanê piştgiriyeke girîng wergirt. Desthilatdariya nijadperest û faşîst a AKP-MHP’ê ku plan û hewldana dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan dikir û hewl dida vê bi cîhanê re bide pejirandin. Li hemberî Pêngava Azadiyê ya Cîhanê ketiye nava zehmetiyê, tecrîd û polîtîkayên qirkirinê yên li ser Rêber Apo derketin holê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê fêhm kir ku ger ev zêdetir pêş bikeve wê nikaribe polîtîkayên xwe yên tecrîd û qirkirinê bidomîne, bi organîzekirina êrîşa li Belçîkayê re xwest derdorê provoke bike û bi xerakirina rojeva gelê me re li Ewropayê pêşî li Pêngava Azadiyê ya Cîhanê bigire. Armanca sereke ya êrîşa ku li Belçîkayê ji aliyê çeteyên nijadperest, olperset û faşîst ve hatiye destpêkirin ev e.

Pir girîng e ku gelê me, dost û saziyên me yên demokratîk vê rewşê bibînin û bi awayekî ku vê provokasyonê pûç bikin tevbigerin. Ji bo vê jî rêya herî baş ew e ku bertekên xwe bi çalakî û rûdanên demokratîk derbixin û nekevin nava tevger û hewldanên din. Rêya têkbirina êrîşên nijadperestên faşîst bi awayekî herî xurt rêbazên demokratîk û têkoşînê ye. Em vê yekê tekez dikin û bawer dikin ku gelê me yê li Ewropayê dê li ser vê bingehê tevbigere.

Bi êrîşa li Belçîkayê re careke din derket holê ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser Ewropayê çi gefan dixwin. Komên ku ev êrîş pêk anîne ji DAÎŞ’ê ne cudatir e. Ev rasterast çeteyên dewleta Tirk in. Ya rastî jî yên ku DAÎŞ’ê xwedî dike, araste dike û bi DAÎŞ’ê gefê li her kesî dixwe dewleta Tirk û desthilata AKP-MHP’ê ye. Hêzên pêşeng ên li pişt hemû êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ne. Êrîşa Belçîkayê piştî qetlîama Moskowê ne tesaduf e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dixwaze her cihî bike qada şer, bi armanca pêkanîna armancên xwe yên neoosmanî bi taybetî jî qirkirina Kurdan û daxwazên xwe bi Ewropayê bide qebûlkirin. Em rast û erênî dibînin ku dewleta Belçîkayê hewl dide ku bûyer bêdeng nebin.

Lê divê bê zanîn ku li pişt van êrîşan desthilatdariya AKP-MHP’ê heye û divê bê şermezarkirin, eşkerekirin û neyê qebûlkirin. Nêzîkatiyên dewletên Ewropayê ji eşkerekirina rastiyan dûr in. Nêzîkatiya wan di hemû komkujiyên berê yên Kurdan de jî ev bû. Ev nêzîkatî rastiyan dernakeve holê, her carê jî bingehê ji êrîş û komkujiyên nû re çêdike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemû Ewropayê bi fikrên olperestî, faşîst û nîjadperest bi rêxistin dike, çekdar dike û êrîş dike. Lê belê dema ku ev yek bi awayekî vekirî tê kirin, li hemberî wan tiştek nayê kirin, mîna ku serbest tên berdan. Em bang li dewletên Ewropayê bi taybetî jî dewleta Belçîkayê dikin ku nêzîkatiya xwe biguherînin. Divê bê zanîn ku ev faşîst, nijadperest, olperest, çeteyên DAÎŞ'ê ne tenê Kurdan, gelên Ewropayê jî hedef digirin. Banga me ji gelê me re ew e ku ji bilî çalakî û xwepêşandanên demokratîk serî li provokasyonan nedin û serî li rê û rêbazên din nedin.”