KCK: Herî zêde mafên gelê Kurd hatine binpêkirin

KCK: Herî zêde mafên gelê Kurd hatine binpêkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da û got, "Di roja îro de, pêwîste herî zêde li ser rewşa Kurdên Êzidî yên li Şengalê mafên wan hatin binpêkirin û tevahiya gelê Kurd ê rastî binpêkirina mafan hatiye, bê rawestîn. Eger wê xwedî li mafên mirovan were derketin, divê berî her tiştî rewşa Kurdan bê dîtin û bi Kurdan re têkoşîneke hevpar bê meşandin û piştevanî were kirin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê da xuyakirin, ku di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de mirovahî hînê êşên giran dijî û got, "Li dijî vê yekê, bi têkoşîna demokrasî û azadiyê re mirov û civak hewl didin xwe ji êşan rizgar bikin. Yên herî zêde mafên wan hatine binpêkirin, civakên ji azadiyê bêpar in. lewma têkoşînên azadî û demokrasiyê bi têkoşîna mafên mirovan re di zikhev de dimeşin. Erdnîgariya îro herî zêde mafên mirovan lê tê binpêkirin, Rojhilata Navîn e ku niha sêyemîn şerê cîhanê lê diqewime. Kaosek lê heye. Erdnîgariya ku dewletên destpêkê, despotên destpêkê lê derketin ser dika dîrokê, hem zexta hêzên xwedî vî mejî dijî, hem jî têkoşîna ji holê rakirina van hêzên zordar dimeşîne. Hêzên despotîk û zordar ên dixwazin hebûna xwe bidomînin, hîn bêhtir serî li zilmê didin."

HERÎ ZÊDE KURD RASTÎ ÊRÎŞÊ TÊN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li vê erdnîgariya rojhliata navîn yê herî zêde di bin êrîşê de ye gelê Kurd e û hat gotin, "Di sedsala dawî de li gel gelê Ermenî gelê herî zêde mafê wê hatiye binpêkirin gelê Kurd e. Kurd weke geke civak li çarmixê hatiye xistin û sed sal in di bin zilm û zextê de dijîn. Jiyana sed salî ya Kurdan, jiyaneke li çarmixê ketiye ye.

Kengî Kurd li dijî zext û zilmê derket, kengî têkoşiya maşîna zilmê ya mêtîngeriyê yekser tê bikaranîn. Zilma ku di nava dehan salên dawî de di serî de dewleta Tirk hêzên mêtînger ên li herêmê anîne serê Kurdan, li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Ji bo têkbirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bi hezaran gund hatine şewitandin, hilweşandin; bi çêkirina bi dehan bendavan re Kurd ji cih û warên xwe hatine kirin. Bi hezaran kuştinên kiryar nediyar bi serî de hatiye, bi sed hezaran hatine girtin, bi deh hezaran mirov, herî kêm 10 sal temenê xwe di zîndanan de derbas kirine. Li gelemperiya cîhanê rekora dîtina îşkenceyê, binçavkirin û girtinê li gel Kurdan e. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de ti gel mîna Kurdan nîne ku îşkence dîtiye û li zîndanan hatiye ragirtin. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ku dewleta Tirk çiqasî qetlîemka, îşkencekar û xwedî karaktereke despotîk e. Di roja îro de jî gelê Kurd di bin zilmeke faşîst a saziyî de ye. Her roj li kolanan tê kuştin, qereqolên polîsan mîna mala xwe ya duyemîn dijîn û li zîndanan tê dagirtin."

'KURD HÎNÊ DI BIN QIRKIRINA ÇANDÎ DE DIJÎN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku pêwîste herî zêde li ser rewşa Kurdên Êzidî yên li Şengalê mafên wan hatin binpêkirin û tevahiya gelê Kurd ê rastî binpêkirina mafan hatiye, bê rawestîn û ev xal destnîşan kir: "Eger wê xwedî li mafên mirovan were derketin, divê berî her tiştî rewşa Kurdan bê dîtin û bi Kurdan re têkoşîneke hevpar bê meşandin û piştevanî were kirin. Kurd li gelemperiya cîhanê civaka herî zêde di bin îşkence û girtinan de êşên mezin kişandiye û gelekî hemû mafên xwe yên mirovan hatine xespkirin e. Kurd hînê ji her maf û hiqûqê bêpar di çarmixê de, di bin siya qirkirina çandî de dijî. Ji bo gelê Kurd bê tepisandin û di bin koledariyê de bê ragirtin, her roj bêyî sedemek hebe bi dehan ji mirovên Kurd rastî îşkenceyê tên, tên binçavkirin û girtin. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, ev zilma li ser gelê Kurd jî wê dewam bike.  Ev rastî hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kurd neçar dihêle ku têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bilind bikin. Heta ku têkoşîna azadî û demokasiyê ya li Tirkiyeyê neyê pêşxistin, ne pêkane ku gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd ji binpêkirina mafên mirovan rizgar bibin, xwe bigihînin jiyaneke demokratîk û azad."

'DIVÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BÊ MEŞANDIN'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi van gotinan bi dawî bû: "Rewşa li Şengal û Rojava tê jiyîn nîşan didin, ku mafên mirovan ên gelê Kurd, gelê Ereb, gelên Xiristiyan, civakên olî û etnîkî tên binpêkirin û rêya yekane ya rizgariya ji zextên li erdnîgariya Rojhilata Navîn, xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan e. Ev rewş destnîşan dike ku girîng e hemû gelên li Rojhilata Navîn têkoşîna hevkar bimeşînin û zext û zilmê ji holê rakin. Ji bo vê yekê jî divê hemû gel û mirov li cem têkoşîna gelê Kurd cih bigirin, dawî li vê zilmê bînin û jiyana demokratîk û azad a gelan ava bikin."