KCK: Emê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin
KCK: Emê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin
KCK: Emê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin
Serokatiya Konseya Rêvebe a KCK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew di çarçoveya pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bo her fedekariyê amade ne. KCK’ê wiha got: “Piştî berdana dîlên dewletê, bi îlankirina agirbstê û herî dawî jî bi vekişîna gerîlayan ji Bakûrê Kurdistanê bi her awayî li gorî ruhê pêvajoyê tevdigerin û Gelê kurd ruyê xwe yê aştiyane nîşanê hemû cîhanê daye."
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê pêvajoyê, bûyera Licê, salvegera darvekirina Şêx Saîd û çalakiya Zîlanê de daxuyaniyek nivîskî da û got ji bo ku pêvajo rast bimeşe çi peywir bikeve ser milê wan kirine û lê mixabin hikûmet atirk peywira xwe neaniye cih. KCK’ê wiha got: “Her çiqas operasonên hatin rawestandin jî çêkirina qerekol, bendav, faliyetên keşfê û hewldanên çewisandina gel didome."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev hemû aliyekê, di hişê de pirsên ‘gelo’ hene û li aliyê din jî aliyê ji çarseriya pirsgirêkê nerehetin, ji bo vê hewayê xera bikin, li ser karin. Ji ber ku hikûmet AKP’ê pêngavan navêje, ji bo kesên dixwazin hawirê xera bike, dibe şansek. Ji ber vê jî êrîşê meşên gel dike, mal û gundê gel di nîvê şevê de tên gulebarankirin û ciwan li her derê welat şehîd dikevin.
Rojek berê li gundê Kanoglu ya Dêrsîmê, yekineyên kontrayan êrîş pêk anîn û her wiha duh jî li gundê Kayacik ya Licê leşkeran bi awayekî hovene êrîşê gundiyên ku daxwaza aştiyê kirine. Di encama vê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim hat kuştin. Ev jî niyeta wan baş derdixe holê. Li hemberî daxwaza biratiya gelan, xwezaya Kurdistanê tê îmhakirin, siyasetmedarên kurd tên girtin.
Ciwanên kurd Medenî Yildirim, li ser axa ku jê hat dinê, beyî ku aştî, biratî û huzurê bibîne, ji jiyana xwe hat kutkirin. Em şehîdê yekemîn yê hameleya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk Medenî Yildirim bir êz bibîrtînin. Em soza xwe ya ji bilindkirina têkoşîna wî didin. Ji malbatê re jî sersaxiyê dixwazin. Ji hemû kesên birîndar bûne re jî şifayê dixwazin. Em bang li gelê welatparêz ê Kurdistanê dikin ku, li hemberî vê komkujiya hovane û êrîşê bêdeng nemînin, herwiha xwedî li Medenî Yildirim derbikevin û tekoşîna demokratîk bilind bikin.”
Konferansa Demokrastî û Aştiyê ya yek ji 4 konferansên ku Rêber Apo pêşniyar kiribû, ya li Ewropayê pêk tê pir girîng dibînin. Ji ber vê jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd, tenê bi têkoşîna li Tirkiyeyê sînorkirin, nekare biser bikeve. Ji ber vê jî baskê wê yê derveyê welat jî girînge. Divê çarçoveyê de em plaformê silav dikin û serkeftinê dixwazin.
KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got:“Rojên navbera 29-30’ê hezîranê di têkoşîna zadiya gelê kurd de rojeke girînge. Em Şêx Saîd û 46 hevalên wî di 88’emîn salvegera darvekirina wan de bibîrtînin. Em soza ji bo bilindkirina têkoşîna ku wan daye destpêkirin, dubare dikin.
Dîsa di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsîmê keça kurd ya leheng Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyeke fedayî pêkanîn û meşa xwe ya bibiryar ya di xeta Rêber Apo de nîşan daye. Em hevala Zîlan û hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin. Soza xwe ya bo têkoşîna wê bigihînin serkeftinê dubare dikin.”