KCK’ê êrîşa li dijî Karataş şermezar kir
KCK’ê êrîşa li dijî Karataş şermezar kir
KCK’ê êrîşa li dijî Karataş şermezar kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li dijî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş şermezar kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrîşa li dijî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş de daxuyaniyek nivîskî da û êrîş şermezar kir. KCK’ê wiha got: “Birêz Ahmet Karataş li avahiya navendî ya partiyê ya Enqereyê rastî êrîşeke plankirî hatiye.Em vê êrîşê lanet dikin û şermezar dikin. Em ji Birêz Karataş re şifayê dixwazin û ji malbatê re jî derbasbûyînê dixwazin. Daxwaza me ev e ku demildest bigihêje tenduristiya xwe."
KCK’ê destnîşan kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu bi rojane siyasetmedarên Kurd û HDP’ê hedef nîşan dide û wiha got: “Berdevkê hikûmetê Bulent Arinç jî piştî civîna MGK’ê sinyala ku wê HDP’ê bigirin û rêveberên HDP’ê bikaribin bên darizandin, da. Dewleta Tirk ji berê de HDP sûcdar dît, tehdîd kir û di nava nêzîkatiyên ku mirin û girtinê li Kurdistanê pêş dixe de bû. Ji bo marjînalkirin, tengkirin û tasfiyekirina partiya HDP’ê çi pêwîst be dike. HDP'ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê şansekî mezin e, hedef tê girtin. tê xwestin ku têkoşîn û îradeyê bişikîne û tasfiye bike.
LI PIŞT ÊRÎŞAN AKP HEYE
KCK’ê da zanîn ku êrîşa bi kêran a li dijî Ahmet Karataş teqez ji gotinên Erdogan û yên wekê ‘Ger sebra me derbas bikin tiştên pêk bên ez jî nikarim bifikirim’ û ya Davutoglu ya wekê ‘HDP’ê ji tiştên hatiye jiyîn ders dernexistiye’ cuda nayê nirxandin û wiha got: “Li pişt vê êrîşê Erdogan û Davutoglu heye. Ger serokkomar û serokwezîrê welatekî bi aşkera hedef nîşan bide wê demê polîs û Hêzên faşîzan dê vê wek talîmat ji bo xwe bigirin.”
DIVÊ JI AKP’Ê HESAB BÊ PIRSÎN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê HDP bizane ku li Tirkiyeyê di kîjan şert û mercan de siyasetê dike û divê li her cureyê êrîşan tedbîrên xwe bigire. KCK’ê wiha got: “ Divê faşîstek nekeve avahiya partiyê. Êrîşa li dijî Karataş peyamên aşkera digire nav xwe. Faşîstên DAIŞ’ê mirovên sivîl qetil dikin serê wan jê dikin. Piştgiriya AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê aşkera ye. Ev rastî ye ku DAIŞ li Tirkiyeyê di bin navê komele û saziyan de xwe rêxistin dikin.
Em bang li gelê xwe, hêzên şoreşger dikin ku li dijî vê êrîşê têkoşîna xwe bilind bikin û ji AKP’ê hesab bipirsin.”