KCK’ê bo Apê Muhammed daxuyanî da

KCK’ê bo Apê Muhammed daxuyanî da

Hevsrokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê  der barê wefata Apê Muhammed ku li bajarê Koln a Almanyayê jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyekd a û got: “Em mirina Apê Muhmmed ku xizmeteke meizn daye têkoşînê bi xemgînîn hîn dikin. Em ji malbat û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.

Serokatiya Konseya KCK’ê da zanîn ku Apê Muhammed di salên 1980’an de xizmeteke mezin daye têkoşînê azadiyê.

Di berdewamiyê de wiha berdewam kir: “Ji bo ku kadro û gerîlayên Rêber Apo gihandine li welat  û baragehên gerîlayan cih bigirin peywir girtiye. Welatparêzekî ku sînorên xwe baş dizanîbû. Xizmeta têkoşînê di qadên herî bi xeter de kiriye.  Ev keda ku di salên destpêkê de hatiye dayî gelek bi nirxe. Bi xizmeta ku daye, jiyana xwe feda kiriye. Ji ber vê jî di têkoşîna azadiyê de keda wî gelek zêdeye. Wek parçeyekê dîroka partî û têkoşîna me dê her tim bê bibîranîn.

Apê Muhammed kesekî bawermend bû. Îbadeta xwe dikir, baweriya xwe dijiya.  Apê Muhamed heta dawiya jiyana xwe girêdayê Rêber Apo û PKK’ê bû. Duayên xwe bo azadî û demokrasiyê kiriye.”