KCDK-E'yê Cejna Remezanê pîroz kir

KCDK-E'yê Cejna Remezanê bi daxuyaniyekê pîroz kir û got ew hêvî dikin cejn bibe sedema pştevanî û parvekirinê.

KCDK-E'yê di daxuyaniya niviskî de êrîş, komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi bîr xist û got di cejnê de jî êrîş têne domandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bi van komkujiyan, girtinan dixwazin gelê Kurd çavtirsandî bikin û muxalîf û demokratên Tirkiyeyî teslîm bigirin.

KCDK-E'yê her wiha êrîşên dewleta Tirk ên bi rêveberiya AKP'ê ên li ser goristanan, gorên gerîlayan bi bîr xist û got, "Bi bêwijdanî û bêexlaqiyeke ku li cîhanê nehatiye dîtin êrîşê tînin ser pîroziyên gelê Kurd."

Her wiha hate gotin Erdogan ê dîktator ku dîn ji bo xwe bi kar tîne bi komkujî, zext û zordarî, bêdadiyê, bi êrîşa ser nirxên pîroz berevajî nirxên Îslamê tevdigere û hate gotin Erdogan û dewleta AKP'ê li bara berxwedana gelê Kurd û derdorên muxalîf wê têk biçe.

KCDK-E'yê her wiha got, divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî û giyanê piştevaniya hevpar xurt bikin û li dijî zaliman li ser piyan bimînin.

KCDK-E'yê got ew hêvî dikin ku Cejna Remezanê bibe sedema zêdebûna piştevanî û parvekirinê.