KCDK-E’yê peyama Cejna Qurbanê weşand: Ruhê piştevaniyê xurt bikin

KCDK-E’yê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got: “Em piştevaniya xwe ya madî û manewî hîn mezintir bikin, xwedî li gelê xwe yê ku li welêt di rewşa muhtac de ye derbikevin, ruhê yekîtiya neteweyî û piştevaniya hevpar xurt bikin.”

PEYAMA KCDK-E

KCDK-E’yê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û di serî de gelê Kurd cejna hemû mirovahiyê pîroz kir.

Daxuyaniya KCDK-E’yê bi vî rengî ye:

“Bi wesîleya Cejna Quranê em cejna alema Îslamê, gelên bindest, gelê Kurd û her kesê ji bo azadiyê têdikoşe pîroz dikin. Bi wesîleya cejnê em ê li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê, ji her demê bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derbikevin.

Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst di roja Cena Qurbanê ya pîroz de jî, polîtîkayên xwe yên qirker li ser erdnîgariya Kurdistanê didomîne.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku xwedî zihniyeta DAÎŞ’ê ye, nahêle gelê me cejnê pîroz bike û bi êrîşên xwe cejnan asteng dike. Di êrîşên xwe yên li ser qadên niştecihiyê yên sivîl de zarok, jin û kalan, gelê Kurd hedef digire.

Erdoganê sextekar û hikûmeta wî, ji bo qirkirina Kurdan pêk bîne li Şengal, Mexmûr, Başûrê Kurdistan û Rojava, li ser hemû Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê didomîne. Erdoganê dîktator ku dîn, exlaq û hiqûqê nas nake, wê li hemberî berxwedana gelê me û muxalîfên demokratîk têk biçe.

Em piştevaniya xwe ya madî û manewî hîn mezintir bikin, xwedî li gelê xwe yê ku li welêt di rewşa muhtac de ye derbikevin, ruhê yekîtiya neteweyî û piştevaniya hevpar xurt bikin.

Weke KCDK-E em hêvî dikin ku ev cejn azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî û edaletê ji gelê me û mirovahiya mazlûm re bîne û di serî de gelê Kurd, em cejna hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîle ku piştevanî û parvekirin, zêde bibe.”