KCDK-E'yê ji bo yekîtiya neteweyî bang kir

KCDK-E'yê destnîşan kir, "Ji bo statu û azadiya gelê Kurdistanê yekîtiya neteweyî wezîfeyeke dîrokî ye" û bang li saziyan û hêzên Kurdistanî kir ku tevlî meşên 5-6-7'ê Kanûnê bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga hunermend û rewşenbîran a ji bo yekîtiya neteweyî silav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ji raya giştî re radigihînin ku di mijara yekîtiya neteweyî de em ê berpirsyariya xwe bêteredût pêk bînin. Gelê Kurdistanê, hunermend û rewşenbîran yekîtiya neteweyî ava kirin. Banga me li partiyên Kurdistanî hemûyane ku berjewendiyên neteweyî beriya her tiştî girîng bibînin. Pêkanîna yekîtiya neteweyî wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye. Eger partiyên Kurdistanî bêyî hincetan kongreya neteweyî di demeke kurt de pêk bînin wê sedsala heyî bibe sedsala Kurdistanê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hêzên mêtinger û navneteweyî yên ku Kurdistan kirine çar parçeyan bi rengekî topyekûn êrişî destketiyên gel dikin û hate gotin, "Ruhê yekîtiya neteweyî ku bi berxwedana Rojava afirî destketiya herî girîng a vê pêvajoyê ye.

KCDK-E'yê ragihand ku berxwedana Rojava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû, derbasî asteke gerdûnî kir û destnîşan kir, "Di dîrokê de cara yekemîn e ku li dora azadiya gelê Kurd piştevanî û berxwedaneke di asta gerdûnî de pêk tê. Azadiya gelê Kurd veguherî pirsgirêka azadî û demokrasiyê ya dinyayê ku ev yek destketiyeke dîrokî ya vê pêvajoyê ye. Li dijî polîtîkayên qirkeriyê û dagirkeriyê, birêxistinkirina têkoşîna demokrasiyê ya gerdûnî, yekîtiya neteweyî û azadiya gelê Kurd ji her demê bêhtir veguheriye rastiyeke berbiçav.

'EM VÊ FIRSENDA DÎROKÎ BI KAR BÎNIN'

Bi navê KCDK-E'yê em careke din destnîşan dikin ku divê partî, sazî, rewşenbîr û hunermendên Kurd vê firsenda dîrokî bi kar bînin û ji bo yekîtiya neteweyî gaveke berbiçav biavêjin. Divê bi berpirsyariya pêşengiya vê pêvajoyê tevbigerin."

KCDK-E'yê di daxuyaniya xwe de meşên 'Ji bo têkbirina dagirkeriyê yekîtiya neteweyî ava bikin' ên ku di 5-6'ê Kanûnê de li Lozan-Cevreyê û di 7'ê Kanûnê de jî li tevahiya dinyayê pêk werin bi bîr xist.

Ji bo çalakiyan bang li partiyên siyasî, sazî, hunermend û rewşenbîran hate kirin ku komîteyên hevpar ava bikin û plansaziyên hevpar biafirînin.

Her wiha ji nûnerên partiyên Kurdistanî hemûyan, sazî, hunermend û rewşenbîran hate xwestin ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin û bi vî rengî bixebitin.