KCDK-E'yê ji bo greva avhewayê ya global banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê li dijî modernîteya kapîtalîst ku xwezayê talan dike bang kir ku her kes tevlî greva avhewayê ya global bibe û destnîşan kir, "Di vê rojê de ku li xapandina 'Black Frîdayê' rast hatiye, wê talankeriya sîstema kapîtalîst bê teşhîrkirin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê der barê greva avhewayê daxuyaniyek weşand û îsal cara çaremîn pêk tê. KCDK-E'yê bal kişand ser girîngiya greva ku wê îro li tevahiya dinyayê pêk were û destnîşan kir, "Ji ber ku greva îsal li Black Frîday ku sextekariya bazara sîstema kapîtalîste rast tê, hîn bi wate ye. Xwepêşandêrên ku wê li çar aliyên dinyayê rabin ser piyan wê ji bo dinya û avhewaya ku tê tinekirin daxwaza edaletê bikin.

Ji bo vê greva avhewayê ya antî kapîtalîst girînge ku Kurdistanî, hawirdorparêz, ekolojîst, jinên azadîxwaz û her kesên ji bo mirovahiyê têdikoşin tevlî bibin. Dubareya meşên Greva Avhewayê wê di 2'ê Kanûnê de li Madrîdê pêk were. Di 2'ê Kanûnê de her wiha wê li Madrîdê civîna bilind a der barê guhertina avhewayê wê pêk were.

Kurdistaniyên li Ewropayê divê bi rengekî xurt tevlî çalakiyên Greva Avhewayê ya global bibin. Her wiha wê talankeriya sîstema kapîtalîst were teşhîrkirin. Bi navê KCDK-E'yê em bang li Kurdistaniyan dikin ku li dijî mêtingeriyê û xesara li xwezayê ya modernîteya kapîtalîst tevlî çalakiyan bibin."