KCDK-E'yê ji bo çalakiyên sibe yên ji bo Rojava bang kir

KCDK-E'yê bal kişand ser çalakiyên 26'ê Cotmehê yên li tevahiya dinyayê ji bo Rojava bên kirin û diyar kir, "Ji bo xwedîderketina li rûmeta Rojava em bang li her kesî dikin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Rojava rûmete, em ê bi berxwedaneke global li vê rûmeta xwe bibin xwedî."

Di daxuyaniyê de 'lihevkirina li Soçî' hate bibîrxistin û hate destnîşankirin, "Ti peymana teslîmiyetê nayê qebûlkirin. Yekane peymana ku Kurd qebûl bikin azadiya Rojava ye. Ev azadî jî bi berxwedana Kurdistaniyan û tevahiya gelên dinyayê dibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, heta ku dewleta Tirk ji Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî û tevahiya xaka Rojava ya dagirkirî vekişe wê di asta global de berxwedana xwe bênavber her roj bidomînin.

Di vê çarçoveyê de çalakiyên 26'ê Cotmehê yên li tevahiya dinyayê hate bibîrxistin û bang li Kurdistaniyan, dostên Kurdan, her wiha mirovahiya pêşverû, rewşenbîr, demokrat, şoreşger û her kesî hate kirin ku tevlî çalakiyên sibe li tevahiya dinyayê pêk bên bibin.