Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê têkildarî desteserkirina 5 Şaredariyên HDP'î daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şaredarî bi darbeya Erdogan hatine desteserkirin û hate gotin, "Tifaqa faşıst a AKP-MHP'ê ya yekperest bênavber êrişê dibe ser maf û azadiyan. Ji aliyekî ve dixwaze bi destê hevkar û nokerên xwe Kurdistanê dagir û îlhak bike, li aliyê din jî êrişê dibe ser mafên demokratîk û azadiya ku gelê me bi berdêlên giran bi dest xistine."
'LI HEMBERÎ DARBEYÊN FAŞÎST EM Ê PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJIN'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma qesrê ya faşîst nîşan da ku ew dijminê îradeya gelê Kurd e, dijminê her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ye. Eşkere ye ku ev darbeya faşîst a namerd li dijî îradeya gelê me hatiye kirin. Gelê me wê ti carî li pêşberî darbeya faşîst paşve gavê neavêje û têk neçe.
'EM LI HER CIHÎ DI ASTA HERÎ BILIND DE NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDIN'
Di şexsê HDP'ê de darbeya qeyûm a faşîst li dijî gelê Kurd û gelan hatiye kiirn. Gelê me li her devera ku lê ye di asta herî bilind de bi derfetên xwe divê dakevin qadan, vê yekê teşhîr bike û raya gişî agahdar bike."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hat ekirin ku bi çalakiyên xwe xwedî li îradeya xwe derkeve.