KCDK-E’yê ji bo çalakiya 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê bang kir
KCDK-E’yê ji bo çalakiya di 4’ê Mijdarê de ya li Dusseldorfê bang kir.
KCDK-E’yê ji bo çalakiya di 4’ê Mijdarê de ya li Dusseldorfê bang kir.
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê têkidarî meşa di 4’ê Mijdarê de ya li Dusseldorfê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin.
“Dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst ji sala 2011’an û vir ve hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re asteng dike û ji salekê zêdetir e ku tecrîda li ser Rêber Apo jî zêde kiriye. Ji xeynî tecrîdê di warê fîzîkî de jî fikarên me yên li ser tendirustî û ewlehiya Rêber Apo jî zêde bûye. Ev tişt tê wateya komployeke nû ya li ser Rêber Apo. Nêziktêdayîna li hemberî Rêber Apo tê wateya nêzikbûna li gelê Kurd. Neyîniyeke li hemberî Rêber Apo tê wateya neyîniya li hemberî gelê Kurd jî. Me her dem ev tişt got, bêyî Rêber Apo ne aştî pêkan e û ne jî diyalogeke baş dikare pêk were. Em vê gotina xwe dîsa dubare dikin.
‘WÊ MEŞ BI HEYBET BE’
Li Ewrûpayê çalakiyên me yên ji bo Rêber Apo wê bi meş û mîtînga li Dusseldorfê bidome. Ev meş û mîtîng bi bang û tevlêbûna ji 40’î zêdetir saziyan, yekîtî, saziyên sivîl ên civakî, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û pîşeyên cihê wê pêk were. Bi vê mebestê em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku di 4’ê Mijdarê de beşdarî meş û mîtînga li Dusseldorfê ya Elmanyayê bibin. Divê ev meş bi heybet be.
Divê di 4’ê Mijdarê de em hemû karên xwe deynin aliyekî û beşdarî çalakiya ji bo Rêber Apo bibin.”