KCDK-E’yê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

KCDK-E ya têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da got: “Divê her Kurdistanî yek ji zaravayên zimanê Kurdî yê xwe baxive, binivîse, bike ku hinek din jî pêbaxive.”

Dîwana Hevserokatiya KCKD-E ya têkildarî Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da got: “Ziman yek ji taybetmendiyê herî bingehîn ê hebûna netew û civakê nîşan dike ye. Ziman ê mafê herî bingehîn ê ji derketina her netew û gelî ye, ji bo mirov di warê siyasî û civakî de hebûna xwe bide domandin û pêş bixe amûra serekî ye. Li ser vî bingehî, ziman hem j ibo civak xwe bi rê ve bibe, hem jî di warê hunar, çand û wêjeyê de bikare xebatên xwe bike, têgiha serekî ye.”

KCDK-E bal kişand ser êrîş û polîtîkayên asîmlasyonê ya li ser zimanê Kurdî û got: “Dewleta faşîst a mêtinger a Tirk a li gorî rastiya ku ziman tine bike wê Kurdan jî tine bike, tevger dike. Ji bo wê bi dijminahî êrîşî ziman û çanda wê dike. Tinekirina wê dewlet ji bo xwe man û neman dibîne.”

KCDK-E bi domdarî got: “Divê her Kurdistanî yek ji zaravayên zimanê Kurdî yê xwe baxive, binivîse, bike ku hinek din jî pêbaxive.

Divê hemû saziyên me bi hemû zaravayên Kurdî baxive, pêş bixe ku polîtîkayên asîmlasyonê ya li ser zimanê dayikê bê vala derxistin. Dema ku em xwedî li zimanê xwe derbikevin wê demê em ê hebûna xwe biparêzin, siberojeke azad ava bikin.

Em KCDK-E li ser vî bingehî Cejna Zimanê Kurdî li her kesên ku ji bo zimanê Kurdî û perwerdehiya Kurdî ked dide pîroz, silav dikin û serketinê dixwazin.”