KCDK-E'yê cejna Noelê pîroz kir

KCDK-E'yê cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz kir û diyar kir, "Em hêvî dikin ku cejna Noelê di navbera gelan û baweriyan de bibe wesîleya aştî û aramiyê."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya cejna Noelê daxuylaniyek weşand û diyar kir, "Bi wesîleya cejna Noelê ya 25'ê Kanûnê em hêvî dikin ku di serî de ji bo gelê me yê Xiristiyan ê li Kurdistanê ji bo civata Xiristiyan hemûyan bi rengekî aştiyane û aram derbas bibe.

Li cografya Kurdistanê ku bi hezaran sal in gel û baweriyên cuda bi hev re dijîn, hêzên serdest ji bo berjewendiyên xwe gel û baweriyên cuda li dijî hev bi kar anîn, dijminatî xistin navbera wan û bi vî rengî komkujî kirin û xwestin serweriya xwe dewam bikin.

Bi paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Ocalan di serî de li Rojava li cografya Kurdistanê projeya jiyana bi hev re ya azadîparêz û wekheviyê afirî û bû hêviyeke mezin ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê.

Jiyan hevpar wekhev û azad a gelan a li Rojava yek ji sedemên êrişa dewleta Tirk a mêtinger a li dijî Rojava ye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku êrişên dewleta Tirk ji bo her kesên li Rojava zerare. Lê belê herî zêde Xiristiyan û baweriyên cuda zerarê ji êrişan dibînin. Di van rojên pîroz ên Xiristiyaniyê de di cejna Noelê de jî êriş bi rengekî bêperwa dewam dikin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ên dixwazin bi rengekî aram bijîn, li dijî DAÎŞ û şefê cîhadîstan Erdogan têbikoşin ku ev rêxistinên cîhadîst û şefê wan Erdogan li serê gelên Rojava-Rojhilata Navîn, dinyayê bûne bela.

KCDK-E'yê herî dawî destnîşan kir, "Em cejna Noelê di serî de li Xiristiyanên li Rojava li civata Xiristiyanan hemûyan pîroz dikin û hêvî dikin ku ji bo gelan û baweriyan bibe wesîleya aştî û aramiyê."