KCDK-E'yê bi wesîleya cejnê peyamek weşand

KCDK-E'yê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand û li alema Îslamê cejn pîroz kir.

Di peyamê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Li dijî gefên dagirkeriyê yên li hemû parçeyên Kurdistanê divê em yekîtiya xwe ya neteweyî ji her demê bêhtir pêk bînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, polîtîkayên komkujiyên yên dewleta AKP'ê di Cejna Qurbanê de jî didomin û hate gotin, "Erdogan ê sextekar û hikumeta wî mîna doh îro jî beriya cejnê êrîşên xwe yên li dijî Şengalê, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û hemû Kurdistanê didomîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan ê dîktator û dewleta AKP'ê wê li pêşberî berxwedana gel û hêzên demokratîk têk biçin û hate gotin, "Bi wesîleya cejnê divê gelê me piştevaniya madî û manewî xurtir bike, di serî de gelê me yê li Şehbayê alîkariyê bi gelê me yê pêwîstiya xwe pê heye bike û ruhê yekîtiya neteweyî bi hêz bike. Li dijî gefên dagirkeriyê ji her demê bêhtir divê em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin."

Di daxuyaniyê de bi hêviya zêdebûna piştevanî û parvekirinê cejn hate pîrozkirin.