KCDK-E û NAV-DEM'ê ji bo Dîlokê banga lezgîn a çalakiyan kirin

KCDK-E û NAV-DEM'ê bang li Kurdistanî, dostên wan û hêzên demokrat, şoreşger ên li Elmanya û tevahiya Ewropayê dijîn kirin, li dijî komkujiya li Dîlokê bi rengekî lezgîn dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyên nivîskî weşandin û diyar kirin, êrîşa duh a li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê, xeleka dawî ya faşîzm û qirkirina li dijî Kurdan û mûxalîfên demokratîk e.

Di daxuyaniyan de hat ragihandin, êrîşa terorê ya li Dîlokê dewama faşîzma li Pirsûs, Amed, Enqere, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Hezex, Lice û cihên din e û hat destnîşankirin, ku ev yek ji aliyê kê ve bi kîjan navî hatibe kirin bila bê kirin, yekane berpirsyar dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP/Tayyîp Erdogan e.

Di daxuyaniyan de hat bibîrxistin, ku êrîşa dawî, roja ku Konseya Rêveber a KCK'ê li ser navê gelê Gelê Kurd ji bo qedandina şer û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, niyeta xwe ya baş eşkere kir, pêk hat. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev êrîşa li Dîlokê, israra rêveberiya dewleta Tirk di qirkirina Kurd û faşîzmê de nîşan dide.

KCDK-E û NAV-DEM'ê dan xuyakirin, ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê ji niha û pê ve jî berxwedana xwe mezin bikin û bang li Kurdistanî, dostên wan û hêzên demokrat, şoreşger ên li Elmanya û tevahiya Ewropayê dijîn kirin, li dijî komkujiya li Dîlokê bi rengekî lezgîn dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.

Di daxuyaniyan de ji Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, DYA, Rûsya û hemû sazî û hêzên navneteweyî hat xwestin, ku li hemberî faşîzma Erdogan derhal bikevin nava tevgerê.