KCDK-E: Piştgiriya bi HDP’ê re xurtir bikin

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya têkildarî êrîşa li ser HDP’yiyan daxuyaniyek da, li dijî êrîşên AKP’ê yên xwedî hişmendiya DAIŞ’ê banga xurtkirina piştgiriya bi HDP’ê re kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya ku daxuyaniyek nivîskî da, li dijî êrîşên li ser HDP’ê banga piştgiriyê kir. Di daxuyaniyê de hate bibîr xistin ku tevahî meha Remezanê de êrîşê û zextên Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmet AKP’ê ya li dijî Kurdan dom kir û hate diyarkirin ku Erdogan dixwaze gel teslîm bigire.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilata AKP’ê ya ku rojên dawî yên desthilata xwe ya 16 salan dijî, ji bo pêşîgirtina vê hilweşandinê polîtîkayên xwe yên qirker di Cejna Remezanê de jî didomîne û wiha hate gotin: “Bi fermandayîna çeteyên dest bi xwîn ji bo HDP’ê li bin bendê bihêle dixwaze desthilata xwe li ser lingan bigire. Provakasyona duh li Pirsûsê pêk hat tam ji bo vê yekê bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku AKP a ku xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ye rê nade ku gelê Misilman û bawermend cejna xwe pîroz bike û wiha hate gotin: “Erdoganê sixtekar û hikûmeta wî, çawa meha Remezanê dîsa di roja cejnê de jî êrîşên xwe yên li ser gelê me dewam dikin. ‘Nemrût Erdogan’ û AKP a ku dîn, exlaq û hiqûqê nasanke, wê li dijî berxwedana demokratîk û gelê me winda bike.

Divê her kes xwedî li berxwedêr, yên li ber dewletê çong nedanî, malên wan hatine hilweşandin û şewitandin derkeve û di cejnê de wan bi tenê nehêlin; di warê madî û menewî de piştgirî bê xurtkirin. Divê em erka xwe ya dîrokî bi cih bînin û Erdogan di sindoqan de bifetisînin. Bi vê boneyê divê em bi hemû hêza xwe bibin seferber û biçin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin û vîna xwe diyar bikin.”