KCDK-E: Pêvajoya têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kir
KCDK-E’yê got, "Berxwedana Kobanê bûye gava destpêkê ya têkçûna çeteyên DAIŞ’ê yên barbar ên ku bûne belaya serê Rojhilata Navîn."
KCDK-E’yê got, "Berxwedana Kobanê bûye gava destpêkê ya têkçûna çeteyên DAIŞ’ê yên barbar ên ku bûne belaya serê Rojhilata Navîn."
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
‘BÛ ÇAVKANIYA SERFIRAZÎ Û DESTKETIYAN’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Di 1’ê Mijdara 2014’an de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên barbar hate şikandin û serfiraziya li vê derê bû alaya azadiyê û serfiraziya berxwedana Kobanê bû çavkaniya destketî û pêngavên serketinê.
YPG û YPJ di nav şertên dijwar de li ber xwe da û xwe xist rojeva cîhanê. Şehîdên qehreman bi berxwedana xwe ya mezin ji bo mirovayetiyê berdêlên giran dan û gava pêşîn a paqijkirina çeteyan avêtin. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja birûmet a şehîdan e û diyarî hemû mirovayetiyê hatiye kirin.
Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û serfiraziyê Kobanê pîroz dikin.
‘SERFIRAZIYA PARADÎGMAYA OCALAN’
Gelê Kurd bi saya serê berxwedana Kobanê têkoşîna xwe ya azadiyê bi cîhanê da naskirin û xwe da qebûlkirin. Berxwedana Kobanê bûye gava destpêkê ya têkçûna çeteyên DAIŞ’ê yên barbar ên ku bûne belaya serê Rojhilata Navîn. Ev serfirazî, serfiraziya paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev paradîgma bûye serfiraziya avakirina jiyana wekhev û azad.
Giyanê azadî û berxwedanê yê Kobanê bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û hemû gelan di dilê xwe de mezin dike. Vê têkoşîna li Kobanê bûye têkoşîna ji bo mirovayetiyê.”