KCDK-E: Li dijî komkujiyan em çalakiyan geş bikin
KCDK-E li dijî komkujiya sivîlan a ku AKP li Kurdistanê dike banga geşkirina çalakiyan kir.
KCDK-E li dijî komkujiya sivîlan a ku AKP li Kurdistanê dike banga geşkirina çalakiyan kir.
Kongreya Civaka Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) derbarê komkujiyên sivîlan ên li Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a ku li pêşberî têkoşîna azadiya Kurdistanê bi ser neketî niha jî li Licê û Colemêrgê li ser gelê sivîl polîtîkayên komkujiyê rê ve dibe. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li gorî plana çokşikandinê tê xwestin ku li gund û bejahiyên Kurdistanê hovîtiyê sazkar bikin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku bi berxwedana xwerêveberiyê têk çûyî niha jî dixwaze polîtîkayên xwe yên çokşikandinê li gund û bejahiyê pêk bînin. Dewleta Tirk a faşîst ku ji xwînê û komkujiyê têr nabe polîtîkayên asîmîlasyonê û çokşikandinê dîsa sazkar dike."
'FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DÎN Û HAR BÛ'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "bîra me xurt e, me tiştek ji bîr nekir. Vê dewletê salên 90’î bi deh hezaran Kurd koçber kirin. Me ji bîr nekiriye ku Şirnex, Licê, Pasûr bombe kirine, me bi sedan navçe û gundên xwe yên ku hatine kavilkirin û şewitandin, me mirovên xwe yên ku hatine kuştin ji bîr nekir.
Berxwedana gel û têkoşîna me hemû polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk têk birin, têkoşîna azadiyê û serfiraziyê pir nêzî encamgirtinê bûye.Dewleta faşîzma AKP-MHP’ê li pêşberî meşa azadî û serfiraziyê dîn û har bûye. Li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Şengalê hemû polîtîkayên kirêtî hatin pûçkirin û herî dawî operasyona MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistanê ku hêviya xwe pê ve girêdabûn li ber avê çûye. Komploya MÎT’ê ya li dijî rêveberên KCK’ê bûye fiyasko, niha jî dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî gelê me yê sivîl polîtîkayên xwe yên komkuji û pirnisandinê sazkar kiriye.
Îran jî bi heman rengî li dijî gelê me yê sivîl êrîşan tîne. Li dijî van êrîşan gelê me yê Rojhilata bi serhildanan bersiv daye. Bi serhildanên Bane yên Rojhilat li dijî polîtîkayên mêtingeran berxwedan geş dibe."
'EM ÇALAKIYÊN XWE GEŞ BIKIN'
KCDK-E bi domdarî wiha bang kir:
"Di serî de li Licê, Colemêrg, Rojhilat, li dijî komkujiyên ku mêtinger dixwazin li Kurdistanê li dijî gelê me pêk bînin, em bang li hemû Kurdistaniyan û alîgirê mirovahiyê, demokrat, pêşverûyan dikin ku li vê raperînê xwedî derkevin, li her devera ku em lê ne çalakiyên xwe geş û gur bikin."