KCDK-E ji bo mezinkirina yekîtiya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bang kir
KCDK-E ragihand, ew ê Erdogan û AKP ku bi dengê sexte 'bi ser ketin' nas nekin û ji bo avakirina
KCDK-E ragihand, ew ê Erdogan û AKP ku bi dengê sexte 'bi ser ketin' nas nekin û ji bo avakirina
Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), der barê encamên referandûmê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Klîka Erdogan-Bahçelî, xebata referandûmê ya li ser zor, şîdet, sextekarî, dek û dolaban bi rê ve birin, bi dengê 'erê' qedandin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zext û zordariya di 16'ê Nîsanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hate kirin, li Ewropayê jî di dema dengdanê de li dijî alîgirên dengê 'NA' bi tundî hatiye kirin û wiha hate gotin: "Li gel van kiryaran jî, encamên rasteqîn ên referandûma 16'ê Nîsanê cuda ye. Lê belê bi dek û dolaban, bi fen û fûtan û diziyê ev encam hatiye guhertin û dengê 'erê' hatiye biserxistin."
KCDK-E destnîşan kir, ku van pêkanînên xwe yên faşîst, klîka Erdogan-Bahçelî dîktatoriya xwe qanûnî kirine û faşîzma xwe di asta hiqûqî û destûrî de fermî kirine.
'DIVÊ EM YEKÎTIYEKE MEZINTIR AVA BIKIN'
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xebatên 'NA' yên li Ewropayê û hate gotin, "Em Kurt-Tirk-Laz-Çerkez-Asûrî-Suryanî-Elewî û hemû netewe û bawermendên din ê li Ewropayê, di bin sîwana Platforma NA ya Ewropayê de li hev civiyan û em ji bo dengê NA xebitîn. Em ev xebata xwe ji bo 'Demokrasiya li Tirkiyeyê, azadiya li Kurdistanê' meşand û heta astekê em gihîştin armanca xwe. Diviyabû hê bi xurtî bihata meşandin. Ev pratîk wê di karê me yê ji niha û pê ve bibe tecrûbeyeke girîng ji bo têkoşîna hevpar."
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E destnîşan kir, ku ew ê 'erê' ya Erdogan, destûra bingehîn a faşîst a bi vê 'erê' bê danîn û pêkanînên vê destûra bingehîn qebûl nekin û bi hemû hêza xwe li ber rabin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev destûra bingehîn a 'nû' ya ne rewa, wê şer, hilweşandin, zext û zilmê ji gelên Kurdistanê, kedkarên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn re bîne. Lewma em qebûl nakin. Eşkere ye ev destûra bingehîn a 'nû' ya Erdogan û Bahçelî wê bibe fermana komkujî û qirkirina gelê Kurd. Ji ber vê yekê, lazim e gelê me û dostên me xwe ji niha ve ji bo rojên têkoşîneke mezin amade bikin û hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bi pêş ve bibin."
KCDK-E di dawiya daxuyaniya xwe re ragihandin, ku ji bo xurtkirina yekîtiya di çarçoveya Platforma NA ya Ewropayê de derketiye holê, ew ê ya ji destê xwe tê bikin û banga geşkirina vê têkoşînê kir.