NÛ BÛ-KCDK-E ji bo meşê û şandina faksan bang kir
KCDK-E got, "Em bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê tevlî meşa navendî ya 4'ê Mijdarê bibin" û li dijî qedexeyê ji bo şandina faksan bang kir.
KCDK-E got, "Em bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê tevlî meşa navendî ya 4'ê Mijdarê bibin" û li dijî qedexeyê ji bo şandina faksan bang kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo meş û mîtînga navendî ya 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê ku wê ji gelemperiya Ewropayê tevlîbûn çêbibe, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî polîtîkayên durû yên Ewropa û hikumeta Elman, saziyên demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyî wê ji polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên Elmanyayê re roja 4'ê Mijdarê bêjin 'Êdî bes e'."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hikumeta Elman hewl dide polîtîkayên Erdogan ên dijminatiya li Kurdan bixe meriyetê û hat gotin, ku wê bang li hikumeta Elman were kirin ku li gorî normên demokratîk nirxên gerdûnî tevbigere.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser qedexekirina standên xwarin û vexwarinê yên li çalakiyan, ku tehdê li mirovên extiyar, nexweş û zarokan dike û hat destnîşankirin, ku Erdogan ji van pêkanînên xwe encam negirt, wê hikumeta Elman jî negire.
KCDK-E diyar kir, ku wê di çalakiya xwe de işaret bi bêdengî û sekna hevnegirtî ya Ewropa û saziyên CPT bikin, ku di mijara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nîşan didin û ji wan bixwazin ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re bikevin nava liv û tevgerê.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "wezîfeya exlaqî û welatparêziyê ye ku gelê Kurdistanê û hemû mirovahiya pêşverû xwedî li Birêz Ocalan derkevin. Em bang li hemû mirovên bi rûmet dikin, ku ji bo bêjin 'Azadî hema niha ji Ocalan re' roja 4'ê Mijdarê dakevin kolanên Dusseldorfê.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li jin û ciwanan, hemû pêkhate û saziyên ser bi KCDK-E hate kirin ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşa navendî ya 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê bibin.
JI BO ŞANDINA FAKSAN BANG HATE KIRIN
KCDK-E wekî din ji bo şandina faks û emailan ji Şaredariya Dusseldorfê, emniyet û saziyên din ên li hikumetê, bang kir.
Agahiyên li ser faks û emailan wiha ne:
NRW Innenminister
Herbert Reul
[email protected]
Bundesminister des Innern
Dr. Thomas de Maizière
[email protected]
Ministerpräsident des Landes Nordrhein-Westfalen
Armin Laschet
[email protected]
Şaredarê Dusseldorfê
Oberbürgermeister der nordrhein-westfälischen Landeshauptstadt Düsseldorf
Polizeipräsident Dusseldorf
NorbertWesseler
[email protected]
Mentan nameya ji bo saziyên Elmaya bê şandin wiha ye:
Sehr geehrte Damen und Herren,
ich unterstütze den Aufruf des Bündnis No Pasaran! zur Mobilisierung nach Düsseldorf am 4. November zur Aufhebung der willkürlichen Schikane. Wie es in der Stellungnahme des Vorbereitungskomites heißt glauben auch wir, dass diese Verbotspraxis ein Einknicken deutscher Behörden vor den Forderungen des türkischen Staates bedeutet. Mit dem Verbot von Öcalan-, YPG- und YPJ-Flaggen, das keinerlei rechtliche Grundlage hat, wird gegen Kurdinnen und Kurden in Deutschland eine verschärfte Kriminalisierungspolitik angewandt.
Die für den 4. November 2017 geplante europaweite Demonstration in Düsseldorf mit dem Motto „Kein Fuß breit dem Faschismus! Schluss mit den Verboten kurdischer und demokratischer Organisationen aus der Türkei! Freiheit für Abdullah Öcalan und alle politischen Gefangenen!“ kann ein wichtiges Signal gegen den Rechtsruck in Europa und die Diktatur in der Türkei bilden.
Auch ich fordere die Düsseldorfer Ordnungsbehörden zum Aufheben der Verbote auf!