KCDK-E ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E, ji bo çalakiyên li çar aliyên cîhanê bi armanca xwedîderketina li Efrînê roja 3'ê Sibatê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya çalakiyên 3'ê Sibatê (sibe) yên ji bo Efrînê li çar aliyên cîhanê werin lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em 3'ê Sibata 2018'an her derê bikin Efrîn, her bajarî bi qîrîna Efrînê bihejînin, li her welatî ji bo zarokên Efrînî dakevin meydanan, li kolanên hemû welatan wêneyên jinên Efrînî yên di binê xirbeyên xaniyan de mane daliqînin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê bê wijdanî, bê exlaqî û bê rûmetî be ku mirov 3'ê Sibatê ji bo Efrînê danekevin qadan û hat gotin, "Em ji Rûsyaya bê wijdar, ji DYA ku ji bo berjewendiyên xwe gelan dike qurban, ji Elmanya ku bi tankên wê zarokên Kurd tên û ji Ewropa, Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dîwana Edaletê yên bê wijdar re bêjin, 'qîrîna zarokên Kurd bibihîzin'. Em wê rojê bi hêrseke mezin, dewletên ku piştgirî û cesaretê didin mêtingeran şermezar bikin û bêjin, 'Bes e êdî ji komkujiyên we re'. Em ala têkoşînê, ala azadî û demokrasiyê bliind bikin."

KCDK-E bang li gelê Kurd, alîgirên azadî û demokrasiyê û dijberên şer kir ku tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê bibin.