KCDK-E, ji bo çalakiya Elewiyan a li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E, ji bo çalakiya îro ya Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê îro li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû mirovên pêşverû û demokrat kir.

Di daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hat ragihandin, sîstema serdest a li Tirkiyeyê polîtîkaya Sûnîkirinê ye û hat destnîşankirin, desthilatdariya AKP'ê dixwaze rêxistinbûyîna Elewiyan û mûxalefeta çep sosyalîst a li Tirkiyeyê binpê bike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî êrîşên li hemberî Kurdan, di serî de li Mereş û Teroyan li gelek qadan êrîş li Elewiyan tên kirin û hat gotin, "Weke KCDK-E em careke din dibêjin; Kurdan, Elewiyan, mûxalefeta şoreşger demokrat a li Tirkiyeyê ti carî li ber we serî netewandin û wê ji niha û pê ve jî netewînin. Kevneşopiya me ya berxwedanê xwe dispêre sekna Huseynî ya li Kerbela, Mahîran, Denîzan, Kaypakkayayan, Kemalan, Mazlûman û Mehmet Tûnçan."

KCDK-E li ser vê bingehê, ji bo çalakiya îro ya li Strasboûrgê li dijî polîtîkayên qetlîamker û faşîst ên AKP'ê, banga tevlîbûnê kir.