KCDK-E: Her kes bila 8’ê Îlonê biherike Dusseldorfê

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ya ku nerazîbûn nîşanî biryara red a ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê 8’ê Îlonê li bajarê Dînslaken a Elmanyayê bihata kirin da û banga divê her kes 8’ê Îlonê tevlî mîtînga li Dusseldorfê bibin kir.

KCDK-E ya daxuyaniyek nivîskî da, destnîşan kir ku biryara dadgehê tê wateya hiqûq bûye siyasî.

KCDK-E’yê bal kişand ser Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku ji aliyê 93 saziyên Kurd, Tirk, Asûrî-Sûryanî, Ermenî, Êzidî, Ewlewî, Xiristiyan, Misilman, jin û ciwanan ên ji sazî û fikrên cuda yên çar parçeyên Kurdistanê hatiye amadekirin di encama lihevkirina qirêj a Elmanya-Tirkiye ve hatiye redkirin û got: “Festîvala Çanda Kurd a ku wê 8’ê Îlonê li bajarê Dînslakenê bihata kirin di necama bazara siyasî ya Elman-Tirk de bi awayekî siyasî hatiye redkirin.

Ev biryara siyasî ya ku didemek Erdogan ji bo were Elmanyayê bi awayekî giştî tê wateya meşrûkirina qetlîam û dagirkeriya dewleta Tirk û çetyeên wê yên hov. Biryareke wiha ya bi rasthatina çûna Wezîrê Derve yê Elman a Tirkiyeyê bi awayekî vekîrî diyar dibe ku li ser dawaza dewleta Tirk pêk hatiye.

Bi vê biryarê carekî din hate nîşandan ku nêzîkatiya hiqûq Elman ya li ser berjewendiyên siyasî ya li hemberî Kurdan radixe ber çavan. Dewleta Elman ya ku naxwaze têkiliyên xwe yên aborî û siyasî ya li gel Tirkiyeyê xira bike, bi vê yekê carekî din bi awayekî vekirî û zelal piştigiriya xwe ya bi rejîma Erdogan a qirker re da nîşandan.

Ev biryara di demek Erdogan serdana Elmanaya dike de tê wateya biryareke siyasî. Em vê hişmandiya ku mîna pêkanînên li hember meşa ciwanan û qedexeyan şermezar dikin. Ev biryar tê wateya li djî demokrasî, azadî û nirxên mirovahiyê destekkirina dîktatorî û DAIŞ’ê ye.

Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo şermezarkirina vê biryarê û ji bo ku em daxwaziyên azadiyê yên gelê xwe bidin qîrkirin, di 8’ê Îlonê de tevlî mîtînga li Dusseldorfê bibin. Em bang li hemû kesên şoreşger, demokrat, ronakbîr û mûxalif dikin ku tevlî mîtînga di 8’ê Îlonê de bibin”