KCDK-E: Em piştgiriya bi gelê Îtalyayê re xurt bikin

KCDK-E'yê bi bîr xist ku Îtalya ew welat e ku herî zêde qurbaniyên xwe ji ber vîrûsa koronayê çêbûne û ji bo piştgiriya bi gelê Îtalyayê re bang kir.

Ji ber pandemiya Covîd-19 li Îtalyayê di nava 24 saetên dawî de 651 kesî jiyana ji dest dan û rewş her giran dibe.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo gelê Îtalyayê banga piştgiriyê kir.

Dîwana hevserokatiyê bi bîr xist, vîrûsa korona ku li tevahiya cîhanê veguheriye şewbekê bandoreke giran li gelê Îtalyayê kiriye û diyar kir, "Em pê bawer in ku gelê Îtalyayê wê bi piştgiriya mirovahiyê xwe ji vê rewşa giran rizgar bike. Bi navê KCDK-E'yê em radigihînin ku bi gelê Îtalyayê re ne. Ji bo piştgiriya bi gelê Îtalyayê re di 25'ê Adarê de saet 18:00 wê Kurdistaniyên li tevahiya dinyayê derkevin şaneşînên xwe, li çepikan bixin, hunermendên Kurd wê bi Kurdî û Îtalyanî bistirên. Divê her kes li ber camên mala xwe dirûşman binivîsînin û piştgiriya xwe nîşan bidin.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li navendên xwe yên civaka demokratîk, pêkhateyên xwe, gel û dostên xwe û mirovahiyê dikin ku 25'ê Adarê saet di 18:00 de beşdarî kampanya Hashtag a ji bo gelê Îtalyayê bibe."

Dirûşmên ku Kurdistanî di 25'ê Adarê de saet 18:00 ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê bi kar bînin wiha ne:

* Popolo kurdo a fianco dell'Italia! (Gelê Kurd bi Îtalyayê re ye)

* Solidarietà è Resistenza! (Piştevanî berxwedan e)

* Non torniamo alla normalita' perche' la normalita' e' il problema! (Em ê li ya asayî venegerin, ji ber ku pirsgirêk di ya asayî de ye)

* La salute è un diritto! (Tenduristî mafekî bingehîn e)

* Restiamo in Casa! (Em li mala xwe bimînin)