KCDK-E: Em Ewropa bikin Efrîn

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E: 27’ê Çile em jiyanê rawestînin, em neçin ser kar, dibistanê, kargehên xwe bigirin. Bi qutebirî, 27’ê Çile û rojên dî em Ewropayê bi giyanê Kobanê bikin Efrîn û li rûmeta xwe xwedî derkevin.

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Gelê Kurd û welatênparên birûmet ên Efrînê, bi jin- zarok- yixtiyarên xwe kulma xwe kirine yek, li eniyên berxwedanê ya xwe kirine yek, wê berxwedaniyeke mezin bikin û serkeftineke mezin bi dest ve bînin.’’

KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlêbûna li çalakiyên 27’ê Çile ya li Ewropayê kir û got dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî, tang, top, balafir û artêşa xwe ya bi milyonan û çeteyên xwe yên destbixwîn êrîşên dagirker bi ser Kurdan dibe lê li pêşberî xw berxwedaniya mezin a Kurdan dîtiye, ji niha ve têk çûye û her gund, bajar, gir li gel ku têne bombekirin jî gel bi vîn û hişmendiyeke mezin a azadiyê li ber xwe didin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Efrîn bi berxwedaniya mezin a Kobanê û Arînan ji niha ve bi vîna xwe ya berxwedêr dastan nivîsîye û bûye  Kobanê û Efrîn ku em dikarin jê re bibêjin berxwedaniya herî mezin a serdemê ye li dinyayê bûye cihê şanaziyê.

KCDK-E’yê got, ‘Efrîn a me ye, a her kesî ye. Bi qasî ku ya Kurdan e ya hemû dinyayê ye naxwe divê Kurdên li Ewropa û dostên wan ji bo Efrîn nekeve, ji bo jinên Efrînê, ji bo zarokên parçebûyî yên Efrînê, ji Efîniyên di bin palêtên tangan, ji bo serfiraziya mezin û teqez a Efrînê em li ber xwe bidin û xwe bikin hevkarê serkeftinê.

BANG

KCDK-E’yê herî dawî bang li hemû Kurdistanî û dostên Kurdan kir ku tevlî çalakiyên 27’ê Çile bibine û got, ‘’Naxwe em bang li hemû Kurdistanî demokrat, enternasyonalîst ên Elmanya dikin ku di meşa mezin de li Kolnê, li Fransayê, Swîsreyê, li Avûstûrya, Norwêç, Swêd, Danîmarka, Hollanda, Itlaya, Ingiltere, Belçîka, Kanada, DYA, Japonya li hemû dinyayê derkerin derve, em bi dost, hêzên enternasyonal, tevgerên ciwan û jinan re bimeşin û tevlî mîtîngan bidin. Ew roj roja şeref û namûsê û rûmetê ye.  Em jiyanê rawestînin, em neçin ser kar, dibistanê, kargehên xwe bigirin. Bi qutebirî, 27’ê Çile û rojên dî em Ewropayê bi giyanê Kobanê bikin Efrîn û li rûmeta xwe xwedî derkevin.