KCDK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 6'ê Hezîranê bibin

KCDK-E'yê ji bo meş û çalakiyên berxwedanê yên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û tevahiya cîhanê di 6'ê Hezîranê de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi dirûşma 'her der çalakî, her roj Kurdistan' em rabin ser piyan."

Ji bo çalakiyên ku wê 6'ê Hezîranê roja Şemiyê li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bên lidarxistin, Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) banga tevlîbûnê kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a qirker bênavber bi hemû derfetên dewletê û bi destê çeteyan şerekî topyekûn li dijî gelê Kurd dimeşîne.

Dewleta Tirk ku dixwaze li ser hemû parçeyên Kurdistanê serdest be, rê û rêbazên qirkirinê, êşkenceyê, revandina jinan, destavêtin, dizî, talan û asîmîlasyonê yek bi yek bi cih tîne.

Li xaka ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, destavêtin li jinan tê kirin, jin tên revandin, dîl tên girtin û tên qetilkirin. Ji bo zarok çand û zimanê xwe ji bîr bikin polîtîkayên asîmîlasyonê yên qirkirinê tên meşandin. Bi taybetî li dijî xeta azadiya jinê êrişeke tolhildêr tê kirin.

Başûrê Kurdistanê veguheriye biryargeha leşkerî ya dewleta Tirk. Baregehên leşkerî tên zêdekirin, gefa dagirkeriyê li ser gelek herêman heye. Dewleta Tirk a dagirker ku yekîtiya gelê Kurd naxwaze û dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne, bi rengekî eşkere şerê qirkirinê dimeşîne. Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî vê dagirkeriya dewleta Tirk û helwesta ku li Zînî Wertê nîşan dide, gefê li paşeroja gelê Kurd dixwe. Ji bo parastina destketiyên gelê Kurdistanê û azadiyê, roj ew roj e ku yekîtiya neteweyî û têkoşîna li dijî mêtingeriyê bê xurtkirin.

Li Bakurê Kurdistanê êrişên li dijî cenazeyên gerîla, êşkence û heqareta li goristanan, teora dewletê ya li ser hilbijartiyan, desteserkirina bi navê qeyûm, êrişên nîjadperestiyê yên li ser ziman û muzîka Kurdî didomin. Mirovên ciwan li pêş çavên her kesî bi derewa 'gumanbar in' li qereqolan êşkence li wan tê kirin, ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikin tên kuştin.

Li dijî berxwedan û têkoşîna azadiyê ya jinê ku bûye kabûsa rejîma Erdogan a dîktator faşîst, bi her rengî êriş tên kirin.

Dewleta Tirk a qirker û Erdogan ê dîktator êrişê dibe ser her tiştên bi navê hebûna neteweyî ya gelê me yê welatparêz. Şerekî topyekûn ji bo qirkirinê û tunekirina gelê Kurd tê meşandin. Em jî bi berxwedanak topyekûn van polîtîkayên qirêj ên faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin.

'EM BI RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ TÊBIKOŞIN'

Ji bo parastina xaka xwe, rûmeta xwe, mafê xwe yê jiyanê û paşeroja xwe ji doh bêtir divê em bi biryardarî têbikoşin ku xwedîderketina li Kurdistanê wezîfeya me ya bingehîn e. Wezîfeya me ya sereke û pîroz ev e. Li dijî dewleta Tİrk a qirker ku mafê jiyanê yê me desteser dike, li dijî serdestan divê em mîna Kawayên hemdem li ber xwe bidin.

Li ser vê bingehê, bi navê KCDK-E'yê em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi xeteke bêdawî ya berxwedanê bi şiyara 'bi her çalakiyê her roj Kurdistan' rabin ser piyan. Li her devera ku em lê ne bi çalakiyên cihêreng mêtingeriya Tirk û Erdogan ê dîktator teşhîr bikin.

Ji bo meş û çalakiyên berxwedanê û rabûna ser piyan a neteweyî ku em ê 6'ê Hezîranê li Ewropa, Kanada, Awûstralya û devera dinyayê pêk bînin, bi jin, zarok, extiyar em bi xurtî tevlî bibin."